11ê tebaxê salvegera Destûra Bingehîn a Komara Weimarê ye.
Bi vê destûrê, Almanyaya piştî Şerê Cîhanî ya I. bû komareke parlamenter a demokratîk.
11ê tebaxê salvegera Destûra Bingehîn a Komara Weimarê ye.
Ev destûra ku di 1919an de hat nivîsandin, heta 1933 hebûna xwe berdewam kir.
Bi vê destûrê, Almanyaya piştî Şerê Cîhanî ya I. bû komareke parlamenter a demokratîk.
Kesên 20 salî bûn xwedî mafên dengdanê.
Herwiha mafê dengdanê yên jinê cara ewil hat naskirin.
Serokê Komara Weimarê Friedreich Ebert di 11ê tebaxa 1919an de destûra bingehîn a nû îmze kir.
Piştî destûra nû ket merîyetê, di hezîrana 1920an de hilbijartin hatin lidarxistin û Parlamentoya Almanyayê (Reichstag) dest bi kar kir.
Rêvebererîya nû ji serok, serokwezîr (Şansolye) û parlamentoyekê pêk dihat.
Tevî ku Komara Weimarê demeke kurt berdewam kir, îstîkrar û aramî li Almanyayê piştî şer serdest bûn.
——————————
Foto: Civîna ewil hukumeta Weimarê/Bundesarchiv.de
Infowelat