Fînland deriyên xwe li Rûsyayê girt

Hukumeta Helsinkiyê ji bilî yek deriyekî, her sê deriyên li ser sînorê Rûsyayê ji hatûçûnê re girt.

Ev biryar Rûsyayê hêrs kir û Moskow got, ew ê bersivê bide Helsinkiyê.

Aloziya koçberiyê ya di navbera Fînland û Rûsyayê de kûr dibe.

Hukumeta Helsinkiyê ji bilî yek deriyekî, her sê deriyên li ser sînorê Rûsyayê ji hatûçûnê re girt.

Serokwezîrê Fînlandiyayê Petteri Orpo di civîna çapemeniyê got, bi tenê deriyê sînorî yê Raja-Joseppi wê vekirî bimîne.

Orpo da zanîn, bi mebesta penaber di vê zivistanê de jiyana xwe nexin xetereyê biryareke wiha hatiye dayîn.

Lê di eslê xwe de armanca Fînlandê pêşîgirtina penaberên kaçax e ku ji ser Rûsyayê tên welêt.

Koçber û penaber tevî seqema kêmî 20 pileyî hewl didin derbasî Fînlandê bibin.

Sînorên Fînland û Rûsyayê 1340 km ye û lewma pêşîgirtina li pêla penaberan dijwar e.

Di meha Mijdarê de li derdora 600 koçber û penaber di ser Rûsyayê re hatin Fînlandê.

Fînland îdîa dike, Rûsya bi zanebûn pêşî li pêla dawî nagire.

Rûsya bersiv da Fînlandê

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bi daxuyaniyekû bersiv da îdîayên Fînlandê.

Fînland welatekî li bakurê Ewrûpayê ye. Sînorên vî welatî ya bi Rûsyayê re 1340 km ye. /Harîte: Wikipedia

Berdevka Rûs got, “Eger Fînlandiya deriyên sînorî yên di navbera herdu welatan de bigire, wê Rûsya bersivê bide.”

Aloziya di navbara Fînland û Rûsyayê xwe dispêre guherîna polîtîkaya derve ya Fînlandê.

Fînland dawî li statuya xwe ya bêalî anîbû û di Nîsana 2023’an de bûbû endamê NATO’yê.

Paşê Fînland li ser sînorê xwe yê Rûsyayê dest bi lêkirina dîwareke 200 km’yî kiribû.

Infowelat

Foto: Ala Fînlandê 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …