Mesrefên mîlîtarîzma global giran dibe

Di navbera salên 2021-2022’an de cîhan 2240 milyar dolar ji bo lêçûyinên mîlîter xerc kiriye.

Li gorî raporê dewleta herî zêde pereyê xwe daye çekan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye.

Di navbera salekê de tam 877 milyar dolarên Amerîkayê li artêşa wê çû ye.

Enstituya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê SIPRI rapora xwe ya derbarê lêçûyinên mîlîter de eşkere kir.

Daneyên enstîtuyê nîşan didin, di navbera salên 2021-2022’an de cîhan 2240 milyar dolar ji bo çekan xerc kiriye.

Li gorî raporê dewleta herî zêde pereyê xwe daye çekan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye.

Lêbelê lêçûyinên global piranî ji ber biçekbûna Ewrûpayê pêk hatiye.

Amerîka di navbera salekê de tam 877 milyar dolarên ji bo artêşa xwe xerc kiriye.

Çînê bi 292 milyar dolarî di vê mijarê de daye dûv Amerîkayê û Rûsya jî bi 86 milyar dolaran bûye welatê sêyemîn.

Hîndistan welatê çaremîn û Erebistana Siûdî jî welatê pêncemîn e ku parçeyeke mezin a butçeya xwe ji bo çekan terxan kirine.

Hukumeta New Delhiyê  81 milyar dolar û ya Riyadê jî 75 milyar dolar pere ji bo çekan xerc kirine.

Di 2021’an de lêçûyinên leşkerî yên li Ewrûpayê. Jêder: Reddit

Şerê li Ukraynayê

Rêvebiriya Kiewê ji ber şerê wê yê bi Rûsyayê re lêçûyinên xwe 640 ji % zêde kirine.

Li cîhanê li gorî butçeya xwe welatê herî zêde ji bo artêşê mesref kiriye Ukrayna ye.

Rêvebiriya Kiewê ji ber şerê wê yê bi Rûsyayê re lêçûyinên xwe 640 ji % zêde kirine.

Ev mîqtara zêde ya pereyan jî dike 34 ji % hemû butçeya Ukraynayê.

Şerê Ukraynayê bûye sebeb hemû welatên rojhilat û li bakurêrojhilatê Ewrûpayê zêdetir pere ji bo artêşên xwe veqetînin.

Fînlandiya 36 ji %, Lîtwanya 27 ji %, Swêd 27 ji % û Polonya 11 ji % butçeya xwe ya mîlîter zêde kirine.

Brîtanya û Tirkiye 

Ev welat ji 68 milyar dolarî zêdetir ji bo çekan veqetandî ye ku ev jî dike 3.6 ji % butçeya wê.

Tirkiye par 26 ji % kêmtir çekan kiriye ango bi qasî 10.6 milyar dolarî pere daye çekan.

Lê ji aliyê zêdebûna pereyên ji bo artêşê hatiye veqetandin Brîtanya li Rojava û Navenda Ewrûpayê bûye welatê yekemîn.

Ev welat ji 68 milyar dolarî zêdetir ji bo artêşê veqetandî ye ku ev jî dike 3.6 ji % butçeya wê.

Balkêşe ku li gorî rapora SIPRI’yê lêçûyinên leşkerî yên Tirkiyeyê di sala 2022’an de kêm bûye.

Tirkiye par 26 ji % kêmtir pere ji bo artêşa xwe veqetandî ye ku ev jî dike 10.6 milyar dolar.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …