Li Welatê Galê dema perwerdeya pêşdibistanê ye

Li Welatê Galê dema serîlêdana pêşdibistanên bi zimanê galî perwerde lê tê dayîn  dest pê dike.

Zarokên di temenên 3 û 4’an de dikarin li pêşdibistanan perwerde bibin.

Li Welatê Galê dema serîlêdana pêşdibistanên bi zimanê galî perwerde lê tê dayîn dest pê dike.

Komeleya Dêbavên ji bo Perwerdeya Galî (RhAG) ji bo serîlêdanê bang li civakê kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, kesên dixwazin zarokên xwe bişînin pêşdibistanên zimanê galî, dikarin alîkariyê ji komeleyê bixwazin.

Li Welat Galê zarokên di temenên 3 û 4’an de dikarin li pêşdibistanan perwerde bibin.

Herwiha ji bo zarokên di temenê 2an de jî xizmeta di bin Flying Start tê dayîn.

Piraniya pêşdibistanên bi zimanê galî perwerdeyê didin, li başûrê Welatê Gal kom bûne.

Sebeba vê yekê asta pêşketî ya bajarvanî û nifûsa herêmê ye.

Komeleya Dêbavan RhAG

Komeleya Dêbavên ji bo Perwerdeya Galî di 1952an de li Aberystwythê hat damezrandin.

Sazî ji bo parastina ziman a di asta yekemîn a perwerdeyê de bi rengekî aktîf dixebite.

Komeleya Dêbavên ji bo Perwerdeya Galî di 1952an de li Aberystwythê hat damezrandin.

Sazî ji bo parastina ziman a di asta yekemîn a perwerdeyê de bi rengekî aktîf dixebite.

Ligel teşwîqkirina perwerdeya galî ya pêşdibistanan, sazî hewl dide hejmara navendên pêşdibistanan li Welatê Gal zêde bibe.

RhAG ligel dêbavan, bi rêvebiriya Galê û belediyeyan re dixebite.

Saziya ziman bi riya endamên dilxwaz xebatên xwe dimeşîne.

 Welatê Gal

Li Galê li derdora nîv milyon welatî dikarin bi zimanê galî biaxivin.

Pêşdibistanên li Welatê Galê

Gal welatekî başûrêrovayê Brîtanyayê ye û nifûsa wê di ser 3 milyonî re ye.

Lê welêt tevî îngilîzî, galî zimanê fermî ye.

Li Galê li derdora nîv milyon welatî dikarin bi zimanê galî biaxivin.

Lewma jî bi armanca parastina ziman xebatên berfireh tên kirin.

Saziya ziman Cymdeithas yr Iaith di 2016’an de ragihandibû, ji bo galî di ewlehiyê de be pêdivî bi milyonekî axêver heye.

Infowelat

Foto: Zarokên li pêşdbistanekê li Galê /Foto: Walesonline.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …