Artêş û sivîlên ji Pakistanê duh li Belûcistanê rastî rêzeêrişan hatin.
Pakistanê ragihand, di êrişan de 14 leşker, 21 mîlîtanên belûc û 38 sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Çavkanîyên belûc îdîa kirin, 150 leşker û polîsên Pakistanê hatine kuştin.
Artêşa Rizgariya Belûcîstanê (BLA) berpirsîya êrişan girt ser xwe.
Artêş û sivîlên ji Pakistanê duh li Belûcistanê rastî rêzeêrişan hatin.
Pakistanê ragihand, di êrişan de 14 leşker, 21 mîlîtanên belûc û 38 sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Çavkanîyên belûc îdîa kirin, 150 leşker û polîsên Pakistanê hatine kuştin.
Artêşa Rizgariya Belûcîstanê (BLA) berpirsîya êrişan girt ser xwe.
Di êrişa şeva yekşemê de rêyeke bejahî hat birîn û 35 wesayît hatin şewitandin.
Hat ragihandin, piranî kesên di vê çalakîyê de hatin kuştin karkerên ji Pencapa Pakistanê ne.
BLA Pakistanê bi kolonîzekirina Belûcistanê sûcdar dike û naxwaze karkerên pakîstanî li welêt kar bikin.
Di heman şevê de baregehên leşkerî û polîsan ên li du bajarên li peravên Okyanûsa Hîndê jî rastî êrişan hatin.
BLAyê ragihand, êrişên li hemberê barehan ji alîyê mîlîtanên fedaî ve hatine kirin.
Bajarê herî mezin ê li peravê okyanûsê Gwadar e ku navendeke alozîya li Belûcistanê ye.
Çîn di çarçoveya Korîdora Rê de li vî bajarî benderekê (lîman) ava kîrîye.
Herwiha, çend kanên zêr û sifir yên li herêmê di bin kontrola Çînê de ne.
Yek ji çalakîya gerîlayên belûc li hemberê rêya hesinî ya li Belûcistanê bû.
Di vê êrişê de jî rêya hesinî ya di navbera paytext Quettayê û Pakistanê hat birîn.
BLA rêxistina çekdarî ya herî mezin a Belûcistanê ye û ji bo serxwebûnê têkoşînê dike.
Ku der e Belûcistan?
Belûcistan welatekî li Asyayê ye ku ji alîyê Pakistan û Îranê ve hatîye dagirkirin.
Nifûsa gelê belûc ê li her du herêmên dagirkirî dijîn li derdora 10 milyonî ye.
Pakistanê rojhilatê Belûcistanê ku nifûsa wê 12 mîlyon e kontrol dike.
5 milyon ji vê nifûsê ji Pakistanê koçî herêmê kirine.
Rojhilatê Belûcistanê xwedî çavkanîyên petrol, gaza xwezayî, komir, zêr û sifir e.
Tevî vê jî Belûcistan di nava eyaletên Pakistanê de ya herî xizan e.
——————————————
Foto: Wesayîtên şewitî yên piştî êrişên li Belûcistanê/X.com
Infowelat