Hejmara 9. a LEWergerê hat weşandin

Hejmara 9. a kovara wergera helbestê Lewerger hat weşandin.

Temaya kovarê jin e û loma jî hemû helbestên hatine wergerandin yên jinan e.

Hejmara 9. a kovara wergera helbestê LEWerger hat weşandin.

Hejmara dawî ji bo her sê mehên havînê gulan-hezîran-tîrmehê ye.

Temaya kovarê jin e û loma jî hemû helbestên hatine wergerandin yên jinan e.

Berîya niha, kovarê ragihandibû ew ê di her hejmarê de mijareke taybet bikin temaya sereke.

Pêşgotina kovarê wiha qala temaya hejmara dawî dike:

“Yek ji van geşbûnan jî ew e ku bihar ruhê berxwedana jinê di xwe da dihewîne. Rengê jinê ruhê vejînê ye ku li çarmedorê dinyayê belav dibe. Me jî loma xwest ku di vê hejmarê da wekî tema, em bi tenê cî bidin helbestên jinan, ango helbestên ku ji aliye jinan va hatine nivîsandin. Bi vê hejmarê em dibin şahidê rengvedana ruhê jinê di helbestê da. Her çend ev helbest ji zimanên cuda hatibin wergerandin jî hest û ramanên jinê, ked û hez, evîn û têkoşîn, serkeftin û têkçûnên jinê, êş û kêfxweşiya jinê wekî xaleke hevpar a ku xwe bi helbestê rapêçaye li ber çavên me radixe.”

Kovara LEWergerê ji 4 mehane ye û ji sala 2022an û vir ve weşana xwe didomîne.

Zimanê kovarê kurmancî, zazakî û soranî ye lê herî zêde werger bi kurmancî tên weşandin.

Infowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …