Encamên teqez ên hilbijartina li Başûr hat eşkerekirin

Di hilbijartinên ji bo parlamentoya herêmî ya li Başûrê Kurdistanê de wekî dihat texmînkirin PDK bû yekemîn û tevgera Goran û YNK derenceya duyemîn û sêyemîn bi dest xistin. Encama herî balkêş ê vê hilbijartinê pêşveçûna tevgera Goran e ku li herêma Soran bû partiya yekemîn û li Kurdistanê jî bû partiya duyemîn.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê pîştî 10 rojan encamên hilbijartinê yên teqez eşkerekir. Encamên hilbijartinê  ji aliyê serokê komîsyonê Serbest Mistefa Amedî di cîvîneke çapemeniyê hat xwendin. Li gorî encaman, nêzîkî bi 750,000’î dengan PDK’ya Barzanî bû yekemîn, tevgera Goran nêzîkî bi 500, 000’î dengan bû duyemîn. YNK ku heta niha partiya duyemîn a herêmê bû encax karibû bigihîje 350,000’î û bi vê encamê jî bû partiya sêyemîn.

Encamên teqez ên hilbijartinê û kursiyên partiyan wiha ne:

PDK: 743,984 (38 kursî)

Tevgera Goran: 476,736 (24 kursî)

YNK: 350,500 (17 kursî)

Yekgirtûya Îslamî: 186,741 (10 kursî)

Komela Îslamî: 118,574 (6 kursî)

Tevgera Îslamî: 21,834 (kursiyek)

Partiya Sosyalîst: 12,681 (kursiyek)

Partiya Komunîst: 12,392 (kursiyek)

Arasteya Sêyem: 8,681 (kursiyek)

YNK paş de çû

YNK bi vê encamê dengên ku di hilbijartina 2009’an de wergirtibû 200,000 kêm kir û di parlamentoyê de bû xwediyê 18 kursiyan.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Alî ku di heman demê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ye bi daxuyaniyekê berpirsiya têkçûna hilbijartinê girt ser xwe. Resûl Alî da xuyakirin ku “Ji ber ku ew her du du berpirsên payebilind ê partiyê ne, Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê (ew û Barham Ahmed Salih) ji ber windabûna partiyê ya di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Kurdistanê ya ku roja Şemiyê hatibû li dar xistin de, berpirsiyê bi tevahî digirin ser xwe.

Di pêvajoya hilbijartinê de di medyaya Başûr de li ser paşveçûna YNK’ê gelek nûçe hatin weşandin û di piraniya nûçeyan de aciziya gelê herêma Soran a ji bo bertîlxwarî û qirêjiya rêvebiriya partiyê cî girtin.

Aliyekî balkêş ê vê hilbijartinê jî ev e ku ti namzetên YNK û tevgera Goran ên li herêma Behdînanê ku piraniya şêniyên wê kurmanc in, nehatin hilbijartin.

Dengên partiyên îslamî kêm bûn

Her du partiyên mezin ên îslamî Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî li gorî hilbijartinên berê li derdora 50,000’î dengên xwe winda kirin. Yekgirtû ku di hilbijartina giştî ya Iraqê ya di 2010’an 214,000 deng girtibûn û niha daket 186,000’î.

Komela Îslamî jî ji 144,000 dengên xwe yên hilbijartina 2010’an daket 118,000 dengan. Bi vê encamê Komela ji 26,000 deng winda kirin.

Çavkanî:

www.pukmedia.com

www.ekurd.net

www.niqash.org

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …