Cyril Ramaphosayê careke din bû serokê Afrîkaya Başûr.
Di dengdana duh de 283 wekîlên parlamentoyê dengên xwedan Ramaphosa.
Ramaphosa rêya serokatîya xwe ya duyemîn bi hevkarîya bi DAyê re (Tifaqa Demokratîk) vekir.
Afrîkaya Başûr careke din di bin lîderîya Ramaphosa de hukumeta xwe ava kir.
Lîderê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) û serokê welêt Cyril Ramaphosayê di dengadana parlamentoyê de cara duyemîn bû serokê welêt.
283 wekîlên parlamentoyê di civîna duh de dengên xwedan Ramaphosa.
Ramaphosa rêya serokatîya xwe ya duyemîn bi hevkarîya bi DAyê re (Tifaqa Demokratîk) vekir.
Tê ragihandin, vê partîyê ji bo parastina berjewendîyên kêmara afrîkîyên spî polîtîkayê dike.
Hin fraksîyonên di nava ANCê de daxwaz dikirin, hukumeta bê damezrandin dest deyne ser erdên mezin ên cotkarên spî.
Lê lîderê ANCê vê qebûl nekir û bi hevkarîya DAyê rê polîtîkayên lîberal tercîh kirin.
Koalîsyona ANC-DA destekê ji sektora kar û karsazên navneteweyî digire.
Ji bilî her du partîyan, Partîya Azadîyê ya Inkata (IFP) û Tifaqa Welatparêz (PA) jî di koalîsyonê de cî digirin.
EFF: Hukumet neo-kolonyal e
Şervanên Azadîya Aborîyê (EFF) pêşniyaza tevlîbûna koalîsyonê red kir.
EFF di îzeheta xwe ya ji bo vê mijarê de got, “ew ê tevlî hukumeteka neo-kolonyal nebe.”

Di hilbijartina giştî ya Afrîkaya Başûr de ANCê ji % 40ê dengan girtibû.
Bi vê encamê, ANCê ji sala 1994an û heta îro cara pêşî piranîya xwe ya di parlamentoyê de winda kiribû.
—————————————
Foto: Cyril Ramaphosa/X.com
Infowelat