Welatên frankofon li Tûnisê dicivin

Endamên Rêxistina Navneteweyî ya Frankofon (OIF) îro wê bi civîneke din werin cem hev.

Li derdora 30 lîderên welatên endam wê di bernameyê de ciyê xwe bigirin.

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron û serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî tevlî vê civînê dibin.

Endamên Rêxistina Navneteweyî ya Frankofon (OIF) îro wê bi civîneke din werin cem hev.

Civîna îsal, bernameya 18. a rêxistinê ye ku hem welatên endam hem jî welatên çavdêr tîne cem hev.

Civîn wê li girava Cerbe ya li başûrê Tûnisê bê lidarxistin.

Li derdora 30 lîderên welatên endam wê di bernameyê de ciyê xwe bigirin.

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron û serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî tevlî vê civînê dibin.

Mijara sereke ya bernameya du rojan wê aborî û teknolojiyên dijîtal be.

Lê digel vê jî, tê texmîn kirin şerê Ûkraynayê û bandora wê global wê di civînan de were rojevê.

Civîna Rêxistina Navneteweyî ya Frankofon ji du salan carekê tê lidarxistin.

Lê ji ber ji ber şewba Covid-19 bernameya 2020’an hatibû betalkirin.

 Civaka Frankofon

Li cîhanê nifûsa civaka bi fransî diaxivin 321 milyon e.

Texmîn ev e, hejmara fransîaxêvan wê di sala 2050’an de derkeve 750 milyonî.

Tevlî welatên çavdêr, 88 welat tevlî civîna Rêxistina Navneteweyî ya Frankofon (OIF) dibe.

Rêxistina Navneteweyî ya Frankofon (OIF) di 1970’an de bi însîyatîfa Fransayê hate damezrandin.

Niha 54 welat endamên vê rêxistinê ne û 27 welat jî wekî çavdêr tevlî civînan dibin.

Li cîhanê nifûsa civaka bi fransî diaxivin 321 milyon e.

Ji bilî vê, 144 milyon kes li seranserê cîhanê bi fransî tên perwerdekirin an fêrî fransî dibin.

Bi vê mezinbûna xwe ya demografîk fransî li cîhanê zimanê 5. e ku herî zêde tê bikaranîn.

Herwiha fransî zimanê 4. ê înternetê ye.

Texmîn ev e, hejmara fransîaxêvan wê di sala 2050’an de derkeve 750 milyonî.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …