Dêra Ortodoks di xizmeta Kremlînê de ye

Patrîkê Dêra Ortodoks Kîrîl, piştî hilbijartina Vladîmîr Pûtîn a ji bo serokomariyê ya 2012’an axivî bû û  gotibû “ev mûcîzeyeke xwedê ye”.

Patrîkê Rûs çendekî berê jî derbarê Ûkraynayê de axivîbû û dagirkeriya Rûsyayê ya li rojhilatê welêt wekî “şerekî olî” û “rizgarkirina Xristiyanên Rûs” pênase kiribû.

Dêra Ortodoks a Rûsyayê ji ber sekna xwe ya salên dawî, pirî caran li Ewrûpayê rastî rexneyan tê.

Bu taybetî jî di dema rêvebiriya Patrîk Kîrîl de gilî û gazinên ji Dêra Rûs derketin asta herî bilind.

Desteka Patrîk a ji bo Kremlînê li welatên rojava bû sebeba reaksiyonan.

Lê Patrîkê rûs xwe bi meseleyên li nava Rûsyayê jî bi sînor nekir û kurtedemek berê di meseleya Ûkraynayê de jî bû xwedî helwest.

Pûtîn û Patrîkê Dêra Rûs Kîrîl. Dêra Ortodoks ji destpêkê ve destekeke xurt dide rêvebiriya Pûtîn.

Kîrîl di ayîneke dêrê de têkildarê şerê li Ûkraynayê axivî û di vê mijarê de destekê da rêvebiriya Moskowê.

Ambargoya Y. Ewrûpayê

Piştî vê, Yekitiya Ewrûpayê jî kete nava hereketê û navê Patrîkê Rûs jî xiste nava lîsteya ambargoyên li hemberê Rûsyayê.

Di çarçoveya tedbîrên Ewrûpayê de, wê mal û milkê li Ewrûpayê yê şefê dêra Rûs were desteserkirin û qedexeya hatûçûnê li hemberê wî were ragihandin.

Patrîkê Dêra Ortodoks Kîrîl, piştî hilbijartina Vladîmîr Pûtîn a ji bo serokomariyê ya 2012’an axivî bû û  gotibû “ev mûcîzeyeke xwedê ye”.

Patrîkê Rûs çendekî berê jî derbarê Ûkraynayê de axivîbû û dagirkeriya Rûsyayê ya li rojhilatê welêt wekî “şerekî olî” û “rizgarkirina Xristiyanên Rûs” pênase kiribû.

Vatîkan jî reaksiyon nîşan da   

Ev desteka zelal a Kîrîl a ji bo rêvebiriya Pûtîn, Papayê li Romê jî xiste nava hereketê û mezinê ola Katolîk bi gotinên giran Patrîkê Rûs şermezar kir.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îtalyayê de hatin weşandin, Papa ji patrîk Kîrîl daxwaz kir nebe xizmetkarê serokê Rûs Pûtîn.

Herwiha Papayê Romê tenê bi gotinên giran xwe bi sînor nekir, civîna xwe ya bi Patrîkê Rûs re jî betal kir.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …