Rishi Sunak bû serokwezîrê Brîtanyayê

Piştî îstifaya Liz Truss, îcar deriyê meqamê serokwezîriyê ji Rishi Sunak re vebû.

Bi serokwezîriya wî, di 200 salên dawî de cara pêşî kesekî ewqas ciwan û bi eslê xwe hîndû dibe lîderê Brîtanyayê.

Erdheja di siyaseta Brîtanyayê de di du mehên dawî de berdewam dike.

Krîza siyasî ya li welêt dibe sebeba îstifaya lîderan û di dewsa wan de lîderên tên ser kar.

Piştî îstifaya Liz Truss, îcar deriyê meqamê serokwezîriyê ji Rishi Sunak re vebû.

Sunakê roja duşemê desteka ji 100’î zêdetir wekîlên Partiya Mihefezakar wergirt, bû serokê vê partiyê.

Piştî vê jî partiya wî, ew wekî namzetê serokwezîriya Brîtanyayê diyar kir.

Rishi Sunak îro wê bi merasîmekê bi awayekî fermî dest bi karê xwe bike.

Bi vê encamê jî di nava heft hefteyan de wê li Brîtanyayê 3 serokwezîr werin kar.

Sunak bo boneya wezîfeya wî ya nû axaftinekê kir û peyamên aramiyê da.

Lîderê nû yê brîtanî soza soza “îstikra û yekitiyê” da û got “ew ê Partiya Muhefazakar û welat li hev bîne.”

Kî ye Rishi Sunak?

Endamê Partiya Muhefazakar Rishi Sunak 42 salî ye û hîndû ye.

Bi serokwezîriya wî, di 200 salên dawî de cara pêşî kesekî ewqas ciwan û bi eslê xwe hîndû dibe lîderê Brîtanyayê.

Sunak di hukumeta Boris Johnson de wezîrê maliyeyê bû û di Partiya Mihefezakar de yek ji kesê herî nêzîk ê serokwezîr bû.

Îstifaya Truss

Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss ku piştî îstifaya Boris Johnson hatibû ser kar, hefteya borî îstifa kiribû.

Truss ji bo alîkariya enerjiyê ya welatiyan û kêmkirina bacê pakêteke bi qasî 140 milyar pound amade kiribû.

Bi eşkerekirina vê pakêtê re, nirxê pereyê brîtanî pound kêm bûbû û Bankeya Îngilîz midaxale kiribû.

Ev jî bûbû sebeb, desteka Truss a di nava Partiya Muhefazakar de kêm bibe û Truss îstifa bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …