“Xewna” Martin Luther King hîn pêk nehatiye

“Xewnek min heye ku wê rojek li girên sor ên Georgiayê, zarokên koleyan û zarokên xwediyên kevn ên koleyan wekî xwişka û bira bi hev re rûnin”

Ev gotinên lîderê wêrek ê reşik King bû ku ji vir 57 sal berê di hizûra bi sedhezaran kesî de li nava dilê Amerîkayê, li Washingtonê hatin bilêvkir.

Digel di ser wekheviya qanûnî ya reşik û spiyan re 100 sal derbas bûbû jî, afro-amerikiyên li her aliyê Amerîkayê hê jî rastî cudakariyê dihatin.

Nîjadperestiya li hember vê civaka mazlûm bi taybetî li eyaletên başûr bi rengekî sîstemîk dihate meşandin.

Di serî de li dibistanan, di hemû xizmetên civakî de reşik û spî ji hev dihatin veqetandin.

Li aliyekî din, daxwaza afro-amerikiyan ya ji bo wekheviyê li eyaletên başûr rastî şîdeta komên nîjadperest dihatin.

Dîmenek ji çalakiya Washingtonê

Meşa Washingtonê ya 1963’an

Û helbet sektora kar jî bi heqdestên kêm ên ji bo reşikan dibû yek ji qada herî berbiçav a bêedaletî lê serdest bû.

Civaka reşik a di bin rêvebiriya Martin Luther King de, ji bo wekheviya reşikan a li hemû qadên civakî di 1963’an de meşeke dêwane organîze kirin.

Axaftinek M.L.King

Ji her aliyê Amerîkayê bi hezaran otobus, trên û balafiran afro-amerîkî û dostên wan herikîn paytext Washingtonê.

Kingê karîzmatîk li vir, di hizûra 250 hezar kesî de axaftineke balkêş kir.

Ev axaftina wî bi naveroka xwe ya ramanî, hestiyar û edebî bû berhemeke dîrokî ya ya têkoşîna ji bo edaleta civakî.

Kîng bi van gotinan, bû tercumanê daxwaza bi sedan salan a civaka afro -amerîkî:

“Xewnek min heye ku wê rojek li girên sor ên Georgia, zarokên koleyan û zarokên xwediyên kevn ên koleyan wekî xwişka û bira bi hev re rûnin”

Xewnek min heye ku wê rojek her 4 zarokên min ji ber rengê çermê xwe û fikrên xwe  rastî cudaxwaziyê neyên. Ez îro vê xeyal dikim”

Encamên Siyasî yên Meşa Washingtonê

Ev însîyatîfa welatiyan a girseyî bandoreke mezin li siyasetê kir û Kongreya Amerîkî ji bo qanûnên wekheviyê ket nava hereketê.

Kongreyê di 1964’an de Qanûna Mafên Welatiyan û di 1965’an de jî Qanûna Mafên Dengdayinê qebûl kir û her du qanûn ji aliyê serokê amerîkî Johnson ve hat îmzekirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …