Meseleya Greenlandê ya bi saya Trump ket rojevê, sar nabe.
Pirsa ‘ka bi 80 leşkeran Denmark dikare Greenlandê biparêze?’ tê kirin.
Denmark ji ber van nîqaşan, soza zêdekirina tedbîrên parastinê da.
Meseleya statuya Greendlandê bi hefteyane di qada dîplomasîyê de tê nîqaşkirin.
Niha pirs ev e, Denmark dikare Greenlandê biparêze?
Sebeba ka çima ev pirs tê kirin ev e, Greenland di bin serwerîya Denmarkê de ye.
Trump di axaftina xwe ya piştî merasîma sondxwarinê de got, Denmark nikare Greenlandê biparêze.
Serokê Amerîkayê ji bo xwe mafdar nîşan bide, hebûna leşkerî ya Rûsyayê ya li Arktîkê sebeb nîşan da.
VOA li ser Greandlandê nûçeyeke weşand ku temaya wê meseleya parastinê bû.
80 leşker li erdeki 2.1 milyon km²
Di nûçeyê de hat destnîşankirin, bi tenê 80 leşkerên Denmarkê Greenlandê diparêzin.
4 keştîyên Denmarkê li dora giravê dewrîya digerin û alîkarîya parastinê dikin.
Ji bilî vê, li Balafirgeha Leşkerî ya Pituffikê ku wekî Balafirgeha Leşkerî Thule tê naskirin, 200 leşkeran amerîkî hene.
Greenland girava herî mezin a cîhanê ye û rûerda wê 2.1 milyon km² ye.
Denmark endamekî NATOyê ye û li gorî Xala.5 a peymana rêxistinê, dema welatekî endam rastî êrişê hat, endamên din divê alîkarîyê bikin.
Ev jî tê vê wateyê, Greenlanda bi ser Denmarkê ve jî di bin parastina NATOyê de ye.
Pakêta parastinê ya Denmarkê
Tevî vê jî gotinên Trump Denmarkê xist nava hereketê û Kopenhag soza zêdekirina tedbîrên parastinê da.
Hikumeta Kopengahê ragihand, wê dronên şopandinê, du keştîyan, personelên leşkerî bişînin giravê.
Herwiha, ji bo balafirên F-35 wê balafirgeheke leşkerî bê nûkirin.
Mesrefa vê pakêta parastinê bi qasî 1.5 milyar dolar e.
Denmark hêvî dike, bi vê hemleya xwe ya dawî pêşî bersivê bide gotinên li ser rewşa ewlekarîya Greenlandê.
Tevî vê jî, ka wê gava Denmarkê serokê Amerîkayê memnun bike an na, ne dîyar e.
Infowelat
————————————
Foto: Navendeke li Greenalandê û Alên Denmark û Greenlandê/Arise.tv