Çanda devkî ya kurdan bi îtalyanî hat weşandin

 

 

 

Li Îtalyayê pirtûkekê li ser kevneşopiya devkî ya kurdan hat çapkirin. Pirtûka bi seranavê Siediti e Ascolta” (Rûnê û Guhdarî Bike) ku ji aliyê lêkolînerê kurd Necat Çetîn ve hatiye nivîsandin, ji kurmancî hatiye wergerandin.

Pirtûk ji aliyê Antrocom Onlus ve hatiye fînansekirin û bi hevkariya Laura Anania ve ji aliyê weşanxaneya Editore Pentagora ve hatiye weşandin. Lêkolîner di çarçoveya projeya xweya lêkolîne de li Kurdistanê gund bi gund geriyaye û bi berhevkirina agahiyên di derbarê çanda devkî de pirtûka xwe amade kiriye.

cetin-foto2

Di pirtûka ku ji 220 rûpelî pêk tê de agahiyên gelek zengîn ên ji çîrok, fotograf, hevpeyvîn û dokumanên din pêk tên, cî digirin. Çapa orjînal a kurmancî bêyî revîzyona nivîskar hatiye çapkirin lê li ser vê çapa ku li ser bingeha çapa kurmancî derketiye holê, bêtir hatiye sekinandin. Ji çîrokên di hundirê pirtûkê de jiyana gund, rewşa çandî û olî bi berfirehî tê famkirin û ji vî aliyê xwe pirtûk ji bo lêkolîna antropolojiya çandî jî derfetê dide xwendevan.

Ji bo danasîna pirtûkê wê di 18’yê Tîrmehê de li Cenovayê bernameyekê bê lidarxistin û ligel mêvanên eleqeder wê Necat Çetîn û Laura Anania beşdarê vê bernameyê bibin.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …