Kurd li Davosê çalakî li dar xistin

Cengîz Demirtaş 

Çalakgerên kurd bi çalakîyeke ji bo Rojava xwestin dengê xwe bigihînin Forûma Aborîyê ya Cîhanê. Di çalakîyê de li Davosê slogana “Yek e yek e, Kurdistan yek e” hat berzkirin.

Welatparêzên kurd ên li Swîsreyê bi çalakîyan êrişên li ser Rojava protesto dikin. Îro bi taybetî çalakîya li Davosê balê kişand ser xwe. Çalakgerên li Davosê kom bûn, xwestin dengê xwe bigihînin Forûma Aborîyê ya Cîhanê. Bi sedan kesên ku li kolanên bajêr meşîyan, alên Kurdistanê, YPG, YPJ, QSD û KCK hilgirtin.

Di xwepêşandanê de li Davosê axaftinên ji bo piştgirîya bi Rojavayê Kurdistanê re hatin kirin. Axêveran gotin, êrîşên li ser Rojava ne tenê gelê Kurd, lê di heman demê de destkeftiyên demokratîk ên gelên herêmê jî hedef digirin. Axaftvanan diyar kirin ku çalakiyên ji bo parastina Rojava dê berdewam bikin û bang li civaka navneteweyî kirin ku tedbîran bigire.

Di çalakiyê de pankartên ku balê dikişînin ser qirkirin û berxwedana li Rojava hatin hildan. Gelek caran dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Herwiha, bi sloganan hêrsa li hemberî El-Şara û Erdogan hat îfadekirin. Di dema meşê de mirovên li derdorê jî bi çepiklêdanê piştgirî dan çalakiyê. Çalakîya li Davosê bi slogana “Yek e yek e, Kurdistan yek e” bi dawî bû.

Di heman rojê de çalakîyeke din a girseyî jî li Kantona Cenevê ya li Swîsreyê hat lidarxistin. Bi hezaran kesên li paytexta kantonê Cenevê kom bûn, meşekê li dar xistin. Çalakgeran bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdengiya xwe bi dawî bikin û berpirsiyariya xwe ya li hemberî bûyerên li Rojava diqewimin bigirin ser xwe.

 

Derbarê Cengiz Demirtaş

Cengiz Demirtaş rojnamevaneke kurd e ku di 1994an li bakurê Kurdistanê hatîye dinyê. Demirtaş, di 2017an de Fakulteya Endezyariya Elektrîkê ya Zanîngeha Mersinê li Tirkiyeyê xelas kir. Herwiha, Demirtaş di sala 2020an de dest bi Fakulteya Ragihandin, Radyo, Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Firatê kir. Ew di sala 2019an de an de di malpera Imchaber24ê dest bi rojnamevaniyê kir û di 2020an de bû edîtorê malperê. Demirtaş, di sala 2022an de ji ber xebatên xwe yên rojnamevanîyê ji welat derket û niha li derveyî welêt wekî penaberekî siyasî dijî.

Li vê jî binêre

Awistirya dixwaze referansên Şerîetê qedexe bike

Cengîz Demirtaş Meseleya referansgirtina qanûna Şerîetê tevlî mijara sergirtna keçên ku temenê wan di bin …