EL Salvador û FMLN di 1992an de li hev kirin

Nuqteyên giring: 

  • Peymana Aştîyê ya Chapultepec a 1992an hikumeta El Salvadorê û FMLN li hev kirin.

  • Bi peymanê, şerê navxweyî ku bû sebeba mirina ji 70 hezar zêdetirî kesan, bi dawî bû.

  • Neteweyên Yekbûyî di proseya muzakerayan de navbeynkarîyê kir.

  • Sekreterê-Giştî yê NYyê Javier Pérez de Cuéllar tevlî merasîma peymanê bû.

Peymana Aştîyê ya Chapultepec a 1992an dawî li şerê navxweyî ya El Salvadorê anî. Nûnerên hikumeta El Salvadorê û Enîya Rizgarîya Farabûndo Martî (FMLN) di 16’ê kanûna paşîn de li Meksîkayê peymanê îmze kirin. Ji ber ku merasîma peymanê li Keleya Chapultepec hat li dar xistin, navê vê keleyê li peymanê hat kirin. Sekreterê-Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Javier Pérez de Cuéllar û nûnerên Dêra Katolîk û partîyên jî tevlî vê merasîma peymanê bûn.

Muzakereyên di navbera hikumeta El Salvadorê û FMLNyê de bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatin meşandin. Alvador de Soto ku nunerê taybet ê Sekreterê-Giştî yê NYyê bû, di muzakereyan de rêxistina navneteweyî temsîl kir. Alîyên şer di dawîya sala 1991an de ji bo peymana aştîyê li hev kirin.

Bi peymana aştîyê dawî li şerê 12 salan hat anîn. Alîyên herî giring ên vê peymana ku ji 9 beşan û 5 qadên sereke pêk dihat wiha bû:

– Reforma hêzên çekdarî yên El Salvadorê û çekdanîna gerîlayên FMLNyê

– Jihevxistina Mihafizên Neteweyî û di dewsa vê de avakirina polîsên neteweyî

– Demokratîkirina sîstema darazê û xurtkirina mafên mirovan

– Reforma sîstema hilbijartinê

– Reformên giring ên di qada aborî û civakî de

Şerê navxweyî yê El Salvadorê

El Salvador û cîranên wê

Li El Salvadorê derîyê şerê navxweyî bi  derbeya leşkerî ya 1979’an dest pê kir. Artêşê derbekar serok Carlos Humberto Romero ji kar dûrxist li hemberî mixalifan dest bi zilmê kir. Partîyên çepgir li hemberî cûntayê wê dest bi berxwedanê kirin.  Pênc hêzên polîtîk ên çepgir di bin banê Enîya Rizgarîya Farabûndo Martî (FMLN) de hatin yek. Enîya çepgir li herêmên gundewarên El Salvadorê dest bi şerê gerîla kir.

Hêzên dewletê bi alîkarîya Amerîkayê hemû taktîkên kontra li dijî gerîla û alîgirên sivîl pêk anîn. Tevî vê  jî, gerîla bi serfirazî şer kir û di 1992’an de êrîşeke giran bir ser paytext San Salvadorê. Serfirazîyên gerîla dewletê neçar hişt ku bi tevgera FMLNê re dest bi muzakereyan bike. Encamên şerê navxweyî yên El Salvadorê ji bo vî welatê biçûk gelekî giran bûn. Piranîya wan sivîl, di navbera 70- 80 hezar kes di şer de hatin kuştin û milyonek sivîl terka cihûwarê xwe kirin.

Foto: Komeke fermandarên FMLNyê, Linda Hess Miller, CC BY 3.0

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Însîyatîfa “Bargeld” frankê Swîsreyê diparêze

Cengiz Demirtaş  Tevgera Azadîyê ya Swîsreyê (FBS) ji bo parastina pereyên naqid kampanya da destpêkirin. …