Çalakîyên girseyî ji bo Ocalan hatin lidarxistin

Girtina lîderê PKKê Abdulah Ocalan di salvegera 26. de hat protestokirin.

Rojavayê Kurdistanê û welatên li Ewrûpayê bûn navendên çalakîyên girseyî.

100,000 li Strasbourgê komploya li hember Ocalan protesto kirin.

Girtina Abdulah Ocalan a ji alîyê dewleta tirk ve di salvegera 26. de li Kurdistan û cîhanê hat protestokirin.

Wekî çend salên dawî, Rojavayê Kurdistanê û Ewrûpa bûn navenda çalakîyên girseyî.

Bajarên Helebê, Hesekê, Dirbêsîyê û Girkê Legê meş û bernameyên cîhêreng balê kişandin ser xwe.

Bî taybetî, meşa li Helebê ku bajarê duyemîn mezin ê Sûrîyeyê ye îsal bi beşdarîya girseyeke mezin pêk hat.

Protestoyên 15ê sibatê li bajarên bakurê Kurdistanê hatin lidarxistin.

Amed, Batman, Riha, Şirnex, Sêrt û gelek bajarên Bakur bûn navendên çalakîyan.

Çalakîyên protestoyî li Edene, Mêrsîn û metropolên din ên Tirkîyeyê hatin lidarxistin.

Protestoyên li Ewrûpayê

Dîyasporayê kurd a li Ewrûpayê wekî salên borî careke din bûn aktorê çalakîyên herî girseyî.

Strasbourg, Marsîlya, Mîlano, London, Kopenhagen û gelek bajarên Ewrûpayê ji çalakîyanb re malovanîyê kirin.

Li alîyekî din, medyaya Fransayê cîyekî berfireh da meşa li Strasbourgê.

Îsal meşa mezin a Strasbourgê bi beşdarîya girseyî balê kişand.

Li derdora 100,000 kes tevlî meşa li Strasbourgê bûn.

Bajareke din Fransayê ku meşeke girseyî lê pêk hat, Marsîlya bû.

10,000 kes tevlî meşa li Marsîlyayê bûn.

Abdullah Ocalan/Berga pirtûka Building Free Life

Abdullah Ocalan

Abdullah Ocalan lîderekî Kurd e ku li çar parçeyên Kurdistanê bi milyonan alîgirên wî hene. Ocalan tevlî çend hevalên xwe, di 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ava kir. PKK di 1984’an de ji bo rizgariya Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê dest bi şerê gerîla kir.
Ocalan ji ber zexta şer a dewleta Tirk a li dijî Sûriyeyê, di 1998’an de neçar ma terka vî welatî bike. Yûnanistan bû welatê yekemîn ku Ocalan xwest îltîca bike. Ji ber ku hukumeta Yûnan vê red kir, Ocalan çû Îtalya û Rûsyayê. Lêbelê her du welat jî daxwazên Ocalan red kirin û lîderê PKK’ê neçar ma biçe Kenyayê. Ocalan di Sibata 1999’an de bi operasyoneke navneteweyî li Kenyayê teslîmî dewleta Tirk hat kirin.
Tirkiye bi dadgeheke neadil Ocalan mehkeme kir û cezayê îdamê lê birî. Paşê ceza nehat înfazkirin û veguherî cezayê girtîgehê yê heta hetayê. Ocalan niha di bin tecrîdeke giran de tê girtin û ji 2020’an û vir ve bi wî re hevdîtin nikare bê kirin.

Infowelat

—————————————

Foto: Meşa li Marsîlyayê/ANF

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …