A.Rahman Çelîk
Amerîka û Rûsya dest bi muzakereyên aştiya Ukraynayê dikin.
Amerîka di bazara bi Rûsyayê re ne hesabê Ûkraynayê dike û ne jî yê Ewrûpayê.
Loma, Amerîka her du alîyan venexwend hevdîtina li Erebistana Siûdî.
Rûsya û Ukrayna sibehê li paytex Riyada Erebistana Siûdî dest bi muzakereyên aştiyê dikin.
Tê payîn ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Şêwirmendê Ewlekariyê Mike Waltz û Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff wê Amerîkayê temsîl bikin.
Tê îddiakirin ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî xwe amadeyî serdana Riyadê dike.
Amerîka naxwaze welatên Ewrûpayê tevî vê pêvajoya aştiya Ûkraynayê bibin.
Loma jî lîderên Ewrûpayê ji bo şêwira di navbera xwe de xurt bikin, li Parîsê hatin gel hev.
Civîna Parisê
Lîderên Almanya, Îtalya, Polonya, Îspanya, Hollanda, Denmark û Brîtanya û seroka Komîsyona Ewrûpayê, Sekreterê Giştî yê NATOyê û serokê Konseya Ewrûpayê beşdarî lûtkeye lîderan dibin.
Washingtonê ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê daxwaz kir ku bila pêşniyar bikin ka wê ji bo ewlekariya Ûkraynayê çi gavan bavêjin.
Rêveberiya Amerîkayê di vê çarçoveyê de ankêteke 6 xalan şand welatên Yekîtiya Ewrûpayê.
Serokê Amerîkayê Trump ji lîderên welatên Yekîtiya Ewrûpayê daxwaz dike, ji bo parastina Ewrûpayê hin zêdetir pereyan xerc bikin û piştî ku agirbestê leşkeran bişînin Ûkraynayê.
Ji niha ve ne dîyare ka civîna lîderan van daxwazên Trump çiqasî wê bîne cî, nediyare.
Zelensky çû Îmarata Ereb
Di vê navberê de, Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky ji bo serdaneke fermî çû Îmaratên Ereb.
Zelensky destnîşan kir ku eleqeya serdanê bi muzakereyên aştiyê ve tuneye.
Armanca serdanê wekî ji bo serbestberdana hêsîran, hevkariya aborî û alîkariya însanî hat ragihandin.
Amerîka di muzakareyên bi Rûsyayê re wekî Ewrûpayê hesabê Ûkraynayê jî nake.
Bes rêveberiya Kîewê dîsa jî di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de, “xetên xwe yên sor” bi awayekî zelal ji rayedarên Amerîkayê re vegotin.
Serokê Ofîsa Serokatiyê Andriy Yermak ji Amerîkayê “garantiyên ewlekariyê” û “aştiyeke adilane” daxwaz kir.
Volodimir Zelensky dibêje: “Em ê tu carî peymana Amerîka û Rûsyayê ya ku hesabê me nake qebûl nekin.”
Li beramberê vê, Amerîka jî kan û dewlemendiya bin axê û elementên nadîr ji Ûkraynayê dixwaze û dibêje incax ev yek bê qebûlkirin, ew ê alîkariya leşkerî berdewam bike.
Foto: Maseyeke muzakereyê vala ya ji bo hevdîtinên aştîyê/Kyiv Post