Kanada 1.5 milyon koçberan qebûl dike

Hukumeta Ottawayê plan dike, heta sala 2025’an mafê îkametê bide 1,5 milyon koçberan.

Ev jî tê vê wateyê, salane wê 500.000 koçber bikaribin li Kanadayê bi cî bibin.

Kanada deriyên xwe heta dawiyê ji koçberan re vedike.

Hukumeta Ottawayê plan dike, heta sala 2025’an mafê îkametê bide 1,5 milyon koçberan.

Ev jî tê vê wateyê, salane wê 500.000 koçber bikaribin li Kanadayê bi cî bibin.

Wezareta Koçberan di daxuyaniya xwe de diyar kir, ji bo halxweşiya aboriyê plana nû ya koçberiyê pêwîst e.

Par ji seranserê cîhanê li derdora 405.000 koçber li Kanadayê bi cî bûbûn.

Wezareta Koçberiyê texmîn dike, îsal wê ev hejmar 465.000 be.

Ligel vê, hukumeta Kanadayê plan dike zêdetir mafê îkametê bide malbatên koçberên li welêt.

Ottawa di çarçoveya vê planê de wê di sala 2025’an de vîzeyê bide 118.000 kesî.

Sebeba plana dawî ya koçberiyê giranbûna meseleya kêmbûna karkeran e.

Pêdiviya Kanadayê herî kêm bi milyonek karkeran heye.

Lewma jî Kanada hebûna pîşeyekî (meslek) şert datîne pêşiya koçberan.

Koçberên nû divê di meslekê xwe de herî kêm xwedî 3 sal tecrûbeyê bin.

Sebeba plana dawî ya koçberiyê giranbûna meseleya kêmbûna karkeran e.

Pêdiviya Kanadayê herî kêm bi milyonek karkeran heye.

Yek ji sebebeke din ku çima pêdiviyek zêde ya Kanadayê bi koçberan heye pîrbûna nifûsê.

Ji ber pîrbûna nifûsa Kanadayê di sala 2050’de wê yek ji du karkerên li welêt teqawid bibin.

Lewma jî hukumeta federal ji niha ve dixwaze di vê meseleyê de tedbîran bigire.

BCC çi got?

Li aliyekî din, rêxistinên kar piştevaniyeke xurt didin plana hukumeta Kanadayê.

Konseya Kar a Kanadayê (BCC) di daxuyaniya xwe de diyar kir, ew dixwaze Kanada zêdetir mafê îkametê bide koçberên aboriyê.

BCC destnîşan kir, 67 ji % endamên wan ji ber kêmbûna karkeran projeyên xwe yên betal kirine.

Hin ji endamên BCC jî terka Kanadayê kirine û li welatên din bi cî bûne.

Li gorî îstatîstîkên sala 2021’an, koçber 23 ji % hemû nifûsa Kanadayê pêk tînin.

Îstatîskên koçberiyê

Li gorî îstatîstîkên sala 2021’an, koçber 23 ji % hemû nifûsa Kanadayê pêk tînin.

Di navbera 2016-2021’an de pênc ji care hemû karkerên li welêt koçber bûne.

Kanada di navbera van salan de 1.3 milyon koçberan qebûl kirine.

748.000 ji van kesan ji bo dîtina kar hatine Kanadayê.

Cengiz Demirtaş

Cengiz Demirtaş rojnamevaneke kurd e ku di 1994an li bakurê Kurdistanê hatîye dinyê. Demirtaş, di 2017an de Fakulteya Endezyariya Elektrîkê ya Zanîngeha Mersinê li Tirkiyeyê xelas kir. Herwiha, Demirtaş di sala 2020an de dest bi Fakulteya Ragihandin, Radyo, Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Firatê kir. Ew di sala 2019an de an de di malpera Imchaber24ê dest bi rojnamevaniyê kir û di 2020an de bû edîtorê malperê. Demirtaş, di sala 2022an de ji ber xebatên xwe yên rojnamevanîyê ji welat derket û niha li derveyî welêt wekî penaberekî siyasî dijî.

Li vê jî binêre

Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Fribourgê

Fribourg kantoneke li rojavayê Swîsreyê ye û ji alîyê rûbera erdên xwe heştemîn kantona herî …