‘Bila rêveberiyên xwecihî xizmeta bi zimanê dayikê bikin’

 

 

 

Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak, di vekirina duyemîn dibistana kurdî de axivî, da zanîn ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e, di vî warî de gelek berdêl hatine dayîn û got, ger hikûmeta navendî di vî warî de îmtîna bike, wek rêveberiyên xwecihî ew dikarin xizmeta perwerdeya bi zimanê dayikê bidin.

Dibistana Alî Erel ji aliyê Şaredariya Peyasê ve ji bo bi zimanê dayikê perwerdeyê bike hate avakirin, bo vekirina vê dibistanê hevşaredar Gultan Kişanak, parlamenter Îmam Taşçier û Nursel Aydogan, hevşaredarên navçeyan û rêveberên HDP, DBP û KCDê amade bûn.

Endamê Kongreya Civaka Demokratîk Îrfan Babaoglu di vekirinê de axivî, da zanîn heta perwerdeya bi zimanê dayikê nebe pişaftin naqede, Hevserokê DBPa Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir, ji bo zarok zimanê xwe pêşve bibin vekirina Dibistana Alî Erel gelekî giring e.

Hevşaredar Gultan Kişanak jî bi spaskirina her kesê keda wan di ber vê xebatê de heye dest bi axaftina xwe kir. Kişanak destnîşan kir ku xebatên weha giring in, divê ev xebat bêne zêdekirin, zarokên bi zimanê xwe dest bi perwerdeyê nekin li gorî zarokên din paşve dimînin û baweriya wan bi xwe dişkê. Kişanak axaftina xwew eha domand: “Ji ber vê jî ev xebat gelek giring e, zarokên me bi zimanê xwe dest bi dibistanê dikin. Ew ê bi zimanê xwe gav bavêjin nav perwerdeyê, bi nasnameya xwe serfiraz dê perwerdeya xwe bibînin.”

Perwerdeyê raspêrin rêveberiyên xwecihî

Kişanak aşker kir ku ji bo dibistanên bi zimanê dayikê bêne vekirin berdêlên giran hatine dayîn û got, bi hewldanên xwe, bi keda malbat, perwerdekar û kedkaran wan kariye dibistana duyemîn vekin.

Kişanak da zanîn ku perwerdeya bi zimanê mafekî bingehîn e û bal kişand ku li ber perwerdeya bi zimanê dayikê, demokrasî, çareserî û aştiyê asteng hene. Kişanak diyar kir ku divê astengiyên pêşiyê bêne hilanîn û wek mafekî cemawerî demek zû dibistanên bi kurdî perwerdeyê didin bêne vekirin û weha axivî: “Li vî welatî kurd jî bacê didin, zarokên kurdan jî mafê wan heye bêpere di dibistanên bi kurdî de perwerde bibin. Ger hikûmeta navendî xwe nede ber vê, bila vî mafî bispêrin rêveberiyên xwecihî, va ye em li vê derê amade ne, em dikarin li gorî pêdiviyên gelê xwe plansaziyan bikin û wê bi rê ve bibin jî. Mebesta perwerdeyê pêkanîna pêdiviya civakî ye. Pêdiviya me jî ji dibistanê heta zanîngehê perwerdeya bi kurdî ye. Derfeta me bo vê heye. Demildest astengiyên qanûnî rakin da ku em ji dibistana sereta heta zanîngehê saziyên perwerdeya bi kurdî ji bo zarokên xwe damezrînin.”

‘Ev cudakarî ye’

Kişanak got, “Ger bi milyonan zarok, bikaribin biçin dibistanên bi tirkî, çima bi milyonan zarokên kurd nikarin biçin dibistanên bi kurdî. Navê vê kiryarê cudakarî ye. Navê vê nijadperestî ye, faşîzm e. Em vê qebûl nakin. Em hewl didin ku bi derfetên xwe vê pirsgirêkê li pey xwe bihêlin.”

Serkeftin ji xwendekaran re xwest

Kişanak ji bo zarokên dê dest bi dibistanê bikin daxwaza serkeftinê kir û axaftina xwe weha qedand: “Bi sed hezaran, bi milyonan zarokên kurd hene ku nikaribin xwe bigihînin perwerdeya bi zimanê dayikê; lê îro hûn gihîştine vê, we li vir dest bi dersê kir. Heta sax bin her serkeftî bin.”

Piştî Kişanakê parlamenter Îmam Taşçier jî axivî, aşkere kir ku 90 sal in zimanê kurdî hatiye qedexekirin û xwest ku kurdî wek zimanê fermî bête qebûlkirin.

Piştî axaftinan Kişanakê bi zarokan re dibistan vekir û di yarîgeha dibistanê de bi zarokan re lîstik leyîst. Piştre Kişanak li sinifan geriya, bi zarokan re sohbet kir û daxwaza serkfetinê li wan kir.

Jêder: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

About infowelat.com

Check Also

Mirina zimanekî

Avreş Jiyan Wê di cih da be, heger em bibêjin, tevgerê hemû argûmanên zimanî, çandî …