Aştîxwaz bi Hevşaredaran re

 

 

 

Aştîxwaz ku ji bo banga aştî û muzakereyê hatin Amedê, bi hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli re hatin cem hev. Di serdanê de Omer Faruk Gergerlioglu diyar kir ku dema siyaset dixitime rola saziyên civaka sîvîl pir giring e û Oya Baydar jî banga rawestandina pevçûnan li herdu aliyan kir.

Komek 106 kesî ji hunermend, siyasetmedar û akademisyenan ji banga aştî û muzakereyê bikin hatin Amedê û serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli kir.

Hevşaredar Firat Anli û Gultan Kişanak,106 akademisyen, hunermend û nivîskarên ku Prof. Dr. Baskin Oran, Ferhat Tunç, Lale Mansur, Oya Baydar, Levent Gultekîn, Rakel Dink, kevne Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Omer Faruk Gergerlioglu jî di nav de, li ber deriyê Hêwana Meclisê pêşwazî kirin.

Kişanak: Divê bo aqilê hevpar û çareseriyê seferber bibin

Hevşaredar Kişanak di axaftina xwe de diyar kir ku hatina komê ya Amedê gelekî giring e. Kişanak da zanîn, ji bo lipeyhiştina travmaya raboriyê bi hev re bizavê dikin lê îro ew bi travmayeke gelekî girantir re rû bi rû ne û behsa pêvajoya muzakereyê kir. Kişanak bal kişand ku gava hate fêmkirin bi bêhtir kuştin, şer û pevçûnan çareserî ne mimkûn e û got, ji ber vê yekê muzakere hatibûn destpêkirin û weha axivî: “Em hemû gelekî pê kêfxweş bûbûn. Lê mixabin îro em gihîştine asteke wisa êdîaqilê hevpar, çareserî mimkûn xuya nakin. Niha ji bo dîsa pêkhatina aqilekî hevpar û çareseriyê divê em hemû seferber bibin.”

Kişanak bi bîr xist ku êdî mirov vê pirsê ji xwe dikin, “Qey piştî mala min hate wêrankirin, zarokê min hate kuştin dê aştî were, çima berî zarokê min bê kuştin aştî nayê?” û got, heke weha bidome xendek dê di dilê mirovan de bêne vedan.

Anli: Her dem riya sêyan heye

Anli bi bibîrxistina gotina “Erdnîgarî qeder e” dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser komkujiyên dema nêzik û got, qedrê mirovên vê cografyayê ji qedrê mirovên li cografyayên dîtir kêmtir nîn e. Anli da zanîn, berteka dijî zilmê hêj ji serê zimanê wan derneketî tê xwestin bête fetisandin û weha got, “Hêj dengê me negihîştiye ber guhê me wî diguherînin, wateyeke din lê dikin. Baş e ger em hawara xwe jî nekin, em ê çi bikin? Em hewl didin vê cografyayê bi hev re birîna wijdana xwe bikewînin û birînên xwe bipêçin. Îro wek karekî gelek bi qîmet kir. 30ê berfanbarê du partiyên giring ên vî welatî dê rûniştana lê nebû. Îro hûn bi hatina xwe ya vê cografyayê karekî giringtir dikin, hûn dilê xwe tevlê dilê vê derê dikin.”

Anli bi bîr xist ku vê carê pêvajoyek ji ya salên 90ê cudatir li dar e û weha axivî: “Dil dicemidin, tim tê gotin em têkiliya xwe ya dawîn a bi hev re winda dikin; em ê rê nedin vê yekê. Kî çi bêje bila bêje, kî çi bike bila bike, her dem me dîtiye ku tim riyeke sêyem jî heye.”

Gergerlioğlu: Me xwest mudaxilê rewşê bin

Serokê berê yê Mazlum-Derê Omer Faruk Gergerlioglu jî destnîşan kir ku ev kirin dê wan pir zûtir bikira, lê dereng be jî wa ye tînin cih. Gergerlioglu bal kişand ku dema siyaset dixitime rola rêxistinên civaka sîvîl pir heye û got, wan xwest mudaxilê vê rewşê bibin, ji ber wê ew hatine Amedê û rewşa ruhî ya vê derê wan bi xwe dît. Gergerlioglu weha domand, “Me şahidên nav Sûrê bi xwe guhdarî kirin, rewşeke kambax heye. Derketina kolanan qedexe ye. Em bi Walî re rûniştin. Me pirsgirêkên navçeyê ji Walî re gotin. Em dibêjim hatina me ya vê derê dê dengekî berz ji xwe çêke. Li vê derê her ke sşikestî ye. Navçeyek dîrokî di bin dorpêçê de ye. Sûr bûye cihekî wisa ku berhemên dîrokî lê têne parçe parçe kirin. Divê her kes dijî vê rabe.”

Baydar: Divê herdu alî çekan bêdeng bikin

Nivîskar Oya Baydar jî, diyar kir ku ev hevdîtin hevdîtineke derengmayî ye heman demê destpêkek e. Baydar da zanîn ku Şaredar Firat behsa hawarê kir û got, divê em wê hawar û qêrînê bi hev re ji bo siberojê bikin. baydar banga “çekan bêdeng bikin, operasyonan rawestînin” li aliyan kir û weha got, “Werin em aliyan bidin zorê. Heta çek bêdeng nebin bi çareseriyê nayê axaftin. Divê herdu alî jî çekên xwe bêdeng bikin. Piştî wê em qêrînên xwe bikin yek û tiştên qenc û çêker bikin.”

Jêder: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …