Berdevkên Senato û Parlamentoya Myanmarê nûnerên komên etnîk in

 

(Foto: J. Paing / Irrawady)

Parlamentoya Myanmarê (Burma) ya nû hatiye hilbijartin berdevk û cîgirê berdevkê Senatoyê peywirdar kir. Di heman demê de ji bo kêmarên welat ji sêyan duduyê kursiyên Senatoyê hatin veqetandin.

Berdevk û cîgirê berdevk ku yek jê endamê gelê karen e û yê din misilmanê ji Arakan e, di Senatoyê de bi fermî dest bi karê xwe kirin.

Li aliyekî din, wekîlekî gelê bamar û yekî endamê gelê kaçîn jî bûn berdevk û cîgirê berdevkê Parlamentoya Myanmarê.

Bi van her du gavan tê diyarkirin ku partiya Yekitiya Neteweyî ya Demokrasiyê soza xwe ya ji bo komên etnîk gav bi gav bi cî tîne. Wekîlên endamên komên etnîk dîtinên xwe anîn ziman û gotin ku di dîroka welat de cara ewilî cihêrengiya etnîk di saziyên navendî de hatiye temsîlkirin.

Di hilbijartina di meha Mijdarê de partiya Yekitiya Neteweyî ya Demokrasiyê ku ji aliyê parazvanên mafên mirov Suu Kyi tê birêvebirin, serkeftineke mezin bi dest xistibû.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …