Li Baskê meşa ji bo “mafê biryardayinê”

Li bajarê Bîlbaoyê ya li Herêma Xweser a Baskê, ji bo mafê biryardayinê û çewsandinên Madrîdê meşekê hat li dar xistin. Li derdora hezar kesi beşdarê meşa ku ji aliyê rêxistina EH Bildu hatibû organîzekirin, bûn.

Meşa di bin slogana “Ji ber dijwariyan, Welatê Bask dimeşe” di 22’yê Tebaxê de danê nîvro ji navenda Bîlbaoyê dest pê kir û heta şaredariyê dom kir. Serokê Sortu Hasier Arraiz, berdevkê EH Bildu ya li Parlamentoya Baskê Laura Mintegi û hin endamên din ên tevgera abertzaleyê ji destpêkê ve di meşê de cî girtin û Serokê Alternatibayê Oscar Matute û nûnerê EA Unai Ziarreta destekê dan meşê.

Berdevkê EH Bildu yê li Bîlbaoyê Aitzaba Ibaibarriaga dema meşvan gihîştin pêlekanên Consistorioyê axivî û got ku Madrîd ji bo wan înkar bike, li ser wan hukum bike û wan krîmînalîze bike her dem li hincetan digere û mafên wan ê biryardayina ji bo qederê red bike.

Parlementerê EH Bilduyê Oscar Matute jî li vir axaftinekê kir û diyar kir ku “sektorên polîtîk, siyasî û sendîkayî divê di vê dema nû de li hember stratejiya dewletê ya dorpêçkirin û hilweşînê derkevin.” Matute got ku “aktîfkirina însiyatîf û peymanan ji bo pêşxistina pêvajoya ku civak tê de bibe xwedî rola sereke, girîng e.”Matute ji ber polîtîkayên wan ên li hember welatê Bask, Partiya Gel (PP) û Partiya Sosyalîst (PSOE) ku du partiyên herî mezin ên Spanyayê ne rexne kir. Serokê hikumeta Baskê Inigo Urkullu jî di dawiya axaftinê de, ji ber ku gotibû ku “krîza herî xerab bi dawî bûye” rastî rexneyên tund hatin. Matute got ku van gotinan li hemberê bi hezaran karkerên ku bi encamên krîzê re rû bi rû mane “kêm fikirîn û kêm rêzdarî ye.”

EHBILDU2
Ertzaintza ku hêza polês a girêdayî herêma xweser e, li ser daxwaza Dadgeha Neteweyî ji destpêkê heta dawiyê hem ji bejahiyê hem jî ji hewayê meşê şopand. Tedbîrên berfireh ku bi hinceta wê “pesnê terorîzmê bê dayîn” hatibûn girtin, ji aliyê meşvanan hatin şermezarkirin.

Meşeke bi vî rengî ji aliyê tevgera abertzaleya çep her sal di dema Festîwala Bîlbaoyê de tê lidarxistin.

Hin agahî di derbarê EH Bildu de

EH Bildu (Welatê Bask Kom Bibe) koalîsyoneke serxwebûnxwaz a abertzaleya çep e ku li Baskê û Navarrayê aktîf e. Hereket di Nîsana 2011’an de di çarçoveya reaksiyona li hember qedexekirina partiya bask a bi navê Sortu, hat damezrandin. Di bin banê EH Bildu de Eusko Alkartasuna, Alternatiba û kesên serbixwe yên ji hereketên baskî yên qedexekirî civiyan e.

Di hilbijartinên lokal de Bildu li Baskê ji % 26’ê dengan girt û partî piraniya kursiyên di meclîsên şaredariyan de ku di nava wan de bajarên mezin ên wekî San Sebastîan, Bîlbao, Vîtorîa û Pamplona jî hebû, bi dest xist. Di hilbijartina giştî ya ji bo Parlamentoya Baskê’de (2012) partî ji % 25’ê dengan girt û bû xwediyê 21 parlamenteran.

Çavkanî: www.eitb.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …