Almanya dixwaze penaberan bişîne welatên din

Almanya dixwaze kesên îltîcayê kirine bişîne welatên din.

Almanya ji bo şandina penaxwazan bo welatên sêyemîn, modela Îtalya û Brîtanyayê vedikole.

Brîtanya bi Rûandayê re û Îtalya jî bi Albanyayê re ji bo şandina penaxwazan li hev kiribûn.

Almanya dixwaze kesên îltîcayê kirine bişîne welatên din.

Hukumeta alman ragihand, ew rêûrêbazên bicîkirina penaxwazan li welatên sêyemîn lêkolîn dike.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz piştî civîna xwe ya bi lîderên eyaletan re got, ew xebata xwe ya li ser vê mijarê didomînin.

Ew ê pêşnîyaza hukumeta federal di civîna eyalatan a di qanûna pêşîn de bê lidarxistin, bê eşkerekirin.

Almanya ji bo şandina penaxwazan bo welatên sêyemîn, modela Îtalya û Brîtanyayê vedikole.

Brîtanya bi Rûandayê re û Îtalya jî bi Albanyayê re ji bo şandina penaxwazan li hev kiribûn.

Rûanda û Albanya qebûl kiribûn, penaxwazên ji her du welatan li kampên liser axa xwe bên bicîkirin.

Heta prosedûrên îltîcayê bi dawî bibe penaxwaz wê li van kampan bimînin.

Brîtanya û Îtalya hemû mesrefên kampan didin.

Lê ji niha ve ne dîyare ka wê welatekî din ji bo transfera penaxwazan bi Almanyayê re li hev bike an na.

—————————————————

Foto: Parlamentoya Federal a Almanyayê/Jsis.washington.edu

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

G7 li ser meseleyên sereke negihişt encamekê

Lûtkeya G7 bêyî serokê Amerîkayê Donald Trump bi dawî. Şeş lîderan xwedî aboriyên mezin di …