Kibris nabe alîyekî alozîya Îsraîl-Hîzbulahê

Serokê Kibrisê Nikos Christodoulides got, welatê wî wê di alozîya Hîzbulah-Îsraîlê de nebe alî.

Şefê Hîzbulahê Hasan Nasrallah ji ber îhtîmala desteka wê ya ji bo Îsraîlê, roja çarşemê gef li Kibrisê xwaribû.

Kibris di alozîya Hîzbulah-Îsraîlê de bêalîbûna xwe ragihand.

Serokê Kibrisê Nikos Christodoulides got, ew ê welatê wî di vê meseleyê de nebe alî.

Christodoulides  li ser mijarê wiha axivî:

“Komara Kibrisê wê tu carî tevlî şer an alozîyê nebe.”

Şefê Hîzbulahê Hasan Nasrallah ji ber îhtîmala desteka wê ya ji bo Îsraîlê, roja çarşemê gef li Kibrisê xwaribû.

Nasrallah wiha axivîbû:

“Vekirina balafirgeh û baregehên Kibrisê ji dijminê me Îsraîlê re ya ji bo êrişa bi ser Libnanê,  tê wateya beşdarîya hukumeta Kibrisê ya şer.”

Artêşa Îsraîlê ragihandibû, wê “ji bo êrişeke mezin a li hemberê Hîzbulahê planekê amade kirîye.”

Kibris di demên dawî de hevkarîya xwe ya leşkerî bi Îsraîlê re zêde kiribû.

Ev yek piştî xerabûna têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê û dîtina rezervên gazê ya li rojhilatê Derya Spî pêk hatibû.

Kibris di 2022an de peymaneke leşkerî bi Îsraîlê re îmze kiribû û piştî vê, Îsraîl li Kibrisê tevlî tetbîqatekê bûbû.

———————————————–

Foto: Ala Kibrisê

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Baas 60 salan li Sûrîyeyê li ser kar ma

Rejîma Baasê ji sala 1963’yan ve Sûriye veguherandibû dewleteke leşkerî. Piralîbûn û demokrasî ji holê …