Rêya Serxwebûnê e-kovareke Infowelat e û piranî ji nûçe û gotarên malperê pêk tên.
Dosyeya hejmara dawî li ser Kaledonyaya Nû ye ku giraveke Pasîfîkê ya di bin kontrola Fransayê de ye.
Hejmara hezîranê ya Rêya Serxwebûnê hat weşandin.
Rêya Serxwebûnê e-kovareke Infowelat e û piranî ji nûçe û gotarên malperê pêk tên.
Venasîna polîtîk û self-detemînasyon du mijarên sereke yên Rêya Serxwebûnê ne.
Serxwebûn, federalîzm, otonomî û modelên self-determînasyonê bi vê perspektîfê di Infowelat de tên weşandin.
Heta niha 6 hejmarên e-kovara Rêya Serxwebûnê hatin weşandin.
Di hejmarên berê yê Rêya Serxwebûnê de dosyeyên li ser Skotland, Tîrola Başûr, Greenland, bakurê Îrlandayê, Giravên Alandê û Katalonyayê hatibûn weşandin.
Dosyeya hejmara dawî li ser Kaledonyaya Nû ye ku giraveke Pasîfîkê ya di bin kontrola Fransayê de ye.
Kurtedîroka têkoşîna ji bo serxwebûnê, referandûmên serxwebûnê, muzakereyên bi Fransayê re û serhildana dawî ya li paytext Noumeayê mijarên mijarên dosyeyê ne.
Naveroka hejmara 7. a hezîranê wiha ye:
- Herêmeke biçûk û otonom: Newala Aranê
- Belçîka li benda hukumeta xwe ye
- Îspanya qanûna efûya katalanan qebûl kir
- Pengava Ewrûpayê ya ji bo venasîna Filistînê
- Şerê serxwebûna Fîlîpînan
- Danezana Serxwebûnê ya Amerîkayê
- Serhildana Kaledonyaya Nû bi ser ket
Infowelat