Endeksa Global a Aştiyê: Tirkiye welatekî ne bi aram e

Endeksa Global a Aştiyê ya 2019’an nîşan da ku Tirkiye di warê aştiyê de di nava 163 welatan de bûye welatê 152’emîn. Bi vê encamê Tirkiye hinek din jî paş ve çû û ket binê Ûkrayna û Sûdanê.

Di endeksa ku roja çarşemê hat weşandin de 17 welatên Ewrûpaya Rojava ketin nava 25 welatên ku di serê lîsteya endeksa aştiyê de cî digirtin. Endeks diyar kir ku di 24 welatên li Ewrûpayê terorîzm kêm.

Di derbarê Tirkiyeyê de rapora endeksa aştiyê ragihand ku li Ewrûpayê herî zêde li Tirkiyeyê daneyên terorîzmê xerabtir bûne û li Ewrûpayê bi tenê li heşt welatan ku di nava wan de Holanda, Letonya, Polonya, Norwêc û Sirbîstan, jî heye terorîzm bilintir bûye.

Di nava 163 welatan de îsal jî Îzlanda di warê asta aştiyê de di cîhanê de bû yekemîn. Zelandaya Nû li dûv Îzlandayê hat û lîste bi Portekîz, Awistralya û Danîmarkayê berdewam kir.

Afganîstan îsal bû welatê yekemîn ê cîhanê ya di warê tunebûna bêaramiyê de. Di raporê de vî welatî dewsa Sûriyeyê girt û Sûdana Başûr, Yemen û Iraq li dûv vî welatî bûn çar welatên cîhanê ku herî zêde aştî û aramiyê dûr in.

Endeks ji aliyê Enstîtuya Aborî û Aştiyê ya li bajarê Awistralya Sydneyê ye her sal tê amadekirin. Ji bo endeksê 22 daneyên curbecur ên ji lêçûyinên leşkerî ya dewletan heta têkiliyên wan ên bi cîranên wan re û rêjeya welatiyên di girtîgehan de tên bikaranîn.

Hin encamên di endeksa aştiyê yê îsal de cî girtin ev bûn:

  • Di warê asta aştiyê de di 5 sdalên dawî de cara pêşiyê hinekî pêşketin çêbû.
  • Di asta aştiya global a 10 salan de rewş ji % 3,78 xerabtir bû.
  • Li 72 welatan di warê lêçûyinên leşkerî ya di hatina abori yê neteweyî de kêmtir bû.
  • Li Rojhilata Navîn û Bakurê Ewrûpayê wekî her car herêmên
  • Di 2018’an de ji ber bûyerên şîdetê 14,1 trilyon dolar hat windakirin. Ev hejmar qasî ji % 11,2’yê hemû hatina aboriyê yê cîhanê ye û serê mirov dike 1853 dolarî.

Ji bo Endeksa Global a Aştiyê ya 2019’an bitiqînin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …