Nûnerên kurd beşdarî civîna li Bolîvyayê bûn

 

 

Axaftina dawî ya roja 9’ê Tîrmehê jî ji aliyê Papa Fransîsco û Serokdewletê Bolîvyayê Evo Morales ve hat kirin. Di nava 8 delegasyonên li dîwanê, nûnerên Kurd jî cih girtin.

 

 

Nûnerên KCK û Tevgera Jinên Kurd, weke mêvanên rûmetê beşdarî 2. Kombûna Tevgerên Gel ên Cîhanê bûn.

Duyemîn Forûma Gelên Cîhanê, li bajarê Bolîvya Santa Crûzê, bi beşdariya zêdeyî 2000 delegeyên ji 35 welatên cuda, di navbera 7, 8  û 9’ê Tîrmehê de pêk hat.

Di forûma ku ji aliyê Tevgerên Gel ên Forûma Gelên Cîhanê û Însiyatîfa Vatîkanê pêk hat de, delege di nava komîsyonên cuda de xebitîn. Bi şêweyê komîsyonên ax, stargeh, mafên kar, mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan, têkoşîna azadiya jinê û li dijî nakokiyên herêmî yên emperyalîzmê afirandine lêgerîna li aştiyê, xebat hatin meşandin. Ji Kurdistanê KCK û Tevgera Jinên Kurd tevlî xebatên komîsyonên cuda bûn û der barê bûyer û qewimînên li Kurdistanê de tevlî nîqaşan bûn.

Di merasîma vekirinê ya kombûnê de Nûnera Tevgera Jinên Kurd axivî. Nûnerê diyar kir ku Tevgera Jinên kurd ji têkoşîna dîrokî û têkoşîna azadiyê ya di roja îro de li hemû qadan bi bandor e, pêşengiyê dike. Di axaftina xwe de destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd ji bo tevahiya Rojhilata Navîn rola pêşengtiyê dilîzin.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd da zanîn ku têkoşîna li hemberî berhema emperyalîzmê DAIŞ’ê têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest a mêr e, ji bo asta jinên Kurd xwe gihandiyê bi jinên cîhanê re parve bikin ew îro li vir in, kombûnên bi vî rengî ji bo afirandina piştevaniya hevpar gelekî girîng in û bal kişand ser girîngiya piştevaniya enternasyonal. Di dema axaftina nûnera tevgera jinên Kurd de gelek caran ji bo Kurdistan û berxwedana Rojava dirûşme hatin qîrîn.

Delegeyên ji welatên cuda jî anîn ziman ku tevgera azadiyê û şoreşa jinê yên li Rojava, ne tenê ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê bûne mînak û destnîşan kirin ku ev yek ji bo têkoşîna şoreşa cîhanê ya îro sekiniye, gava herî girîng a pêşveçûnê ye.

Di roja 2. a kombûnê de nûnerê KCK’ê axivî û li ser rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hewldanên artêşa Tirk ên ji bo destwerdaneke leşkerî li derketiyên li Rojavayê Kurdistanê sekinî.

Nûner bang li hemû delegeyên beşdarî kampanya ‘Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re’ bûne, li welatê lê de bi awayekî çalak bixebitin. Nûnerê KCK’ê danezana Papa Fransîsco ku di kombûna par de ew vexwend û Parlament û Senatoya Bolîvyayê ya di 27’ê Mijara par a salvegera damezrandina PKK’ê de Rojava nas kir û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, silav kir.

Nûnerê KCK’ê bal kişand ser gelek aliyên dişibin hev ên têkoşîna konfederalîzma demokratîk û modela dewleta ji pir neteweyan a li Bolîvyayê û bang kir ku bi saya vê gava şoreşgerî ya Bolîvyayê, pira di navbera Rojhilata Navîn û Latîn Amerîkayê bêhtir were zexmkirin.

Piştî xebata du rojan a komîsyonan di 9’ê Tîrmehê de encamname hat weşandin. Di encamnameyê de hat ragihandin ku li hemberî hewldanên emperyalîzm û modernîteya kapîtalîst a ji bo hikumdariya li navenda cîhanê, rêxistinbûyîna gelan mecbûrî ye û bêyî derengmayînê pêwîste di navbera gelan de mekanîzmayên şênber ên piştevaniyê werin avakirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku jinên bûne qurbanê sîstema baviksalariyê, girîng e li tevahiya cîhanê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîneke xweser bimeşînin.

Li aliyê din, delegasyonên ji welatên cuda, bi nûnerên KCK û Tevgera Jinên Kurd re bi taybet hevdîtin kirin û li ser plansaziyên xebatê û çalakiyê yên şênber sekinînin.

PAPA FRANSÎSCO Û MORALES AXAFTINA DAWÎ KIRIN

Axaftina dawî ya roja 9’ê Tîrmehê jî ji aliyê Papa Fransîsco û Serokdewletê Bolîvyayê Evo Morales ve hat kirin. Di nava 8 delegasyonên li dîwanê, nûnerên Kurd jî cih girtin.

Papa Fransîsco da xuyakirin ku hêzên emperyal bi sîstema yek pereyî re cîhan xizan kirine, aborî talan kirine û ji bo mêtîngeriya xwe ya klasîk û nû dewam bike, gelên xizan dikin qurban. Papa Fransîsco diyar kir ku li gelek herêmên cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn şerê di navbera nasnameyan, şerê di navbera olan û gelan de tên gurkirin û şer mîna rantekî tê bikaranîn. Papa Fransîsco got, “Li hemberî van hemû neheqiyan, pêkane ku gelên bindest bibin xwedî mafê xwe, xizan bibin xwedî mal, ax û jiyaneke bi rûmet. Û vê yekê bi cesaret dibêjim, hûn ên hatine vê derê û nûnerên gelên cuda yên cîhanê, dikarin vê yekê ancax bi têkoşînê bi dest bixin. Eger hûn bi ser bikevin, mirovahî wê bi ser bikeve. Hûn bi ser bikevin, Xweda wê bi ser bikeve. Ji ber ku Xwedê li cem we ye.”

Serokdewletê Bolîvyayê Evo Morales jî diyar kir ku ew rêxistin û saziyên gel ên li tevahiya cîhanê li dijî neheqiyê têdikoşin silav dike û destnîşan kir ku divê têkoşîn û çareseriyê li qada herêmî bê meşandin. Morales anî ziman ku rizgariya dawî global e û got, “Yekane tişta îro gefê li cîhanê dixwe kapîtalîzma neo lîberal û emperyalîzm e. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî konseyeke dûrî ewlekariyê ya emperyalîstan e. Neteweyên Yekbûyî heta ku demokratîk nebe, wê xizmetê ji emperyalîzmê re bike. Divê hemû xizan û welatên bindest bibin yek û dawî li vê hegemonyayê bînin. Hemû delegeyên jin û mêr ên tevlî vê kombûnê bûne, nîşan dane ku ev têkoşîn dikare bi ser bikeve. Hûn hêviya me ne.”

Piştî axaftina dawî Papa Fransîsco eleqeyeke nîşanî nûnera Tevgera Jinên Kurd da û li ser daxwazên wan sohbet kir.

Jêder: ANF

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …