Gilgit-Baltîstan xwedî nasnameyeke taybet e

 

Ji % 82’yê welatiyên Gilgit-Baltîstanê ya li bakurêrojhilatê Pakîstanê xwe ji nasnameya keşmîrî dûr dibînin. Digel Biryara Rêvebiriya Xweser a a 2009’an welatiyên herêmê doza mafên berfirehtir dikin û dixwazin ji aliyê Destûra Bingehîn a Pakîstanê ve mafên wan bên naskirin.

Di encama anketeke ku li ser 500 welatiyên jin û mêr ên herêma Gilgit-Pakîstanê hat kirin, derket holê ku ji % 82’yê welatiyên vê herêmê xwe wekî pakîstanî bi nav dikin û xwe ji nasnameya keşmîrî dûr dibînin. Anket ji aliyê Enstîtuya Polîtîkayê ya Gilgit-Baltîstanê û bi alîkariya Navenda Aştî, Pêşketin û Reformê (CPDR) ve hat lidarxistin.

Li gorî raporta di encama anketê de hat weşandin, piraniya welatiyan dilxweşiya xwe ji bo Biryara Xurtkirin û Xweseriyê ya 2009’an diyar kirine. Ji % 70’yê welatiyan bawer dikin ku vê biryarê derfeta parastina nasnameya wan û qebûlkirina qanûnan a di derbarê meseleyên lokal de dide wan.

Herwiha raport dide xuyakirin ku înkarkirina mafê naskirina destûra bingehîn û mafên siyasî a bi hinceta domkirina meseleya Keşmîrê de, di nava welatiyên herêmê de gumanên li dijî Pakîstanê bilind dike. Welatî di warê mijarên wekî tenduristî, perwerde û rêjeya bilind a bêkariyê de aciziyên xwe diyar dikin.

Rapor diyar dike ku Konseya Gilgit-Baltîstanê ya di 2009’an de hatiye damezrandin û ji aliyê serokwezîrekî û şeş wezîran ve tê birêvebirin, bûye saziya sereke ya biryargir a li herêmê û Meclîsa Qanûnsaz a herêmî bi sînor kiriye. Hatiye destnîşankirin ku vê meclîsê hîn aktîf e lê biryarên sereke bi riya konseya herêmî, ji aliyê hikumeta Îslamabadê ve tê girtin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …