Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Uriyê

Kantona Uriyê Uri tevlî sê kantonên cîran, bi sedan salan berê mora xwe li bin peymana hevkarîyê xistîye ku rêya Swîsreya serbixwe vekirîye.

PROFÎL

Nifûs: 38, 533

Rûzemîn: 1076, 53 km²

Paytext: Altdorf

Zimanê fermî: Almanî

Tevlîbûna Swîsreyê: 1291

Kantona Uriyê li navenda Swîsreyê cih digire û herêmeke almanîaxêf e. Navê kantonê ji peyva kevnar a “Ur” tê, ku tê wateya “ga” an “gayê kovî”. Ev fîgura dîrokî, îro jî wekî sembola fermî li ser ala kantonê li ba dibe. Erdên Uri ji Gola Luzernê dest pê dikin û ber bi başûr ve, heta Derbasoka Gotthardê dirêj dibin. Çemê Reus ku ji çiyayên başûr dizîve, di seranserê kantonê re derbas dibe û diherike nava Gola Luzernê. Ji ber vê yekê, jiyana li herêmê bi giranî li dora Geliyê Reussê (Reusstal) ava bûye. Erdnîgariya Uri piranî ji çiya û geliyên asê pêk tê. Ev zinarên asê ber bi başûr ve hîn bilindtir dibin û li wir lûtkeya Çiyayê Dammastockê digihîje 3.630 mêtroyî.

Kantona Uriyê li bakur xwe digihîjîne kantonên Schwyz, Nidwalden, Obwalden û Glarusê. Grisons (Graubünden) sînorê rojhilat ê Uriyê ye ê Bern jî cîranê rojava yê kantonê ye. Uri li alîyê başûr xwe digihîne kantona îtalîaxêv Ticinoyê. Rêya diçe Derbasoka Gotthardê ku rotaya herî girîng e di navbera bakurê Ewrûpa û Îtalyayê de ye di kantonê re derbas dibe û ev jî Uriyê dike cîyekî girîng. Lê belê girîngîya herî zêde ya kantonê ji rola wê ya ji dîrokî ya di prosesa damezrandina Konfederasyona Swîsreyê tê.

Hebûna geliyên asê yên wekî Schächental û Maderanertal, daristanên parastî yên li gelek alîyên kantonê û girîngiya stratejîk a Tunela Gotthardê ku yek ji xeta herî dirêj a xeta trênê û wesayîtan e vê Uriyê dike yek ji kantona herî balkêş girîng ên navenda Swîsreyê. Her wiha, Geliyê Schächentalê di heman demê de wekî warê dîrokî yê lehengê neteweyî Wilhelm Tell jî tê naskirin û ev jî taybetîyeke din a Kantona Uriyê ye.

Gola Arniseeyê/Foto: Simon Koopmann, Wikimedia Commons

Kurtedîrok

Belgeyên hiqûqî yên kevn nîşan didin ku gelê Kantona Uriyê ji sala 955an û vir ve navê Uriyê bi kar anîye û bi vî rengî nasnameyeke kolektîf gav bi gav li vê herêmê serdest bûye. Di belgeyan de gotinên ‘nos inhabitantes Uroniam’ yanî ’em niştecîhên Uriyê’ derbas dibe. Peymanên ji bo çareserkirina alozîyên parvekirina erdan a bi kantonên cîran re navê Uriyê wekî alîyekî xwedî hebûnenek kolektîf cî girtîye.

Ji vê demê û pê ve li ser xaka herêmê formên ewil ên rêveberîyên deverî derketine holê û di sedsalên 13 û 14an de pergala rêveberîyên feodal ber bi strûktûra mîrektîyekê ve pêş ketine. Mora Uriyê ku ji serê ga pêk tê û nîşaneya herî baş a serwerîyê ye ji 1243an û pê ve hatîye bikaranîn. Landsgemeinde ku hemû niştecîyên mêr ên di ser temenê 14an de tevlî civîna wê dibûn di vê proseyê de derket holê û paşê konseyeke ji 60 kesan pêk dihat ji bo rêveberina kantonê hat avakirin. Landammann ku xwedî statuya serokê kantonê bû, tevlî çend malmezinên li dora xwe komeke lîdertîyê ava kirin û hêza polîtîk û aborîyê bi dest xistin.

Bi vekirina rêya Gotthardê Uri ji herêmeke ne girîng a dûrî navendên mezin veguherîye qada transîtê. Bazirganî pêş ketîye û herêm bi têkiliyên aborîyê û polîtîk bi aktorên derve re çêkirîye. Ev jî destûrê daye ku fonên herêmî pêk werin û ji bo cotkarên ji çîna navîn bên bikaranîn. Ji vê demê û pê ve têkoşîna ji bo serwerîyê û kontrolkirina rêyên bazirganiyê wekî kantonên din ên damezrîner ên Swîsreyê bûye parçeyeke dîroka Uriyê. Tevî ku dewleta Habsburgan di sedsala 13an de gav bi gav kontrola xwe ya li ser Uriyê zêde kirin jî, rêvebirên vê dewletê ji bo ewlehîya rêya bazirganîyê otonomîya Uriyê qebûl dikirin. Lê belê, bi giranbûna kontrola Habsburgan di herêma li navenda Swîsreyê ku Uri jî tê de ye, bû sebeba nerazîbûneke mezin. Di 1291ê de, nûnerên Uriyê tevlî cîranên xwe Schwyz û Unterwaldenê Peymana Federal (Bundesbrief) mor kirin. Her çend paşê Habsburgan û hêzên din hewl dan vê tîfaqê hilweşînin jî, hêzên hevpar ên kantonan li Morgarten (1315) û Sempachê (1386) de bi ser ketin ev Swîsreya serbixwe li ser vê bingehê hat avakirin.

Di dema Reformasyonê de (sedsala 16an), berevajîya kantonên bajarî yên wekî Zurichê, Kantona Uriyê li ser baweriya Katolîkiyê ma û mîna herêmên navenda welêt li dijî belavbûna protestantîyê helwest girt. Kantonê di sedsala 19an de jî ev nasnameya muhafezekar domand û tevlî tîfaqa katolîk (Sonderbund) bû ku di sala 1847an de li dijî kantonên lîberal şer kirin lê têk çûn. Di sala 1798an de dagirkeriya fransî ya di bin serokatiya Napolyon de pergala kevn a feodalîyê hilweşand û Uri kir parçeyeke “Kantona Waldstätten” a di nava Komara Helwetîk de. Lê belê piştî nerazîbûnan bi Peymana Navbeynkariyê ya sala 1803an re, Urî dîsa mafê xwe yê kantonbûna serbixwe û bi dest xist.

Damezirandina Dewleta Federal a Swîsreyê ya di sala 1848an de li Uriyê demeke nû ya veguherîn û nûjenîyê vekir. Di sala 1850î de, destûra bingehîn a yekemîn a kantonê hat qebûlkirin ku tê de demokrasîya li ser bingeha parlamentoyê hat avakirin. Di vê sedsalê de guhertina herî mezin,çêkirina Rêhesina Gotthardê (1882) bû. Ev projeya mezin, derîyên kantonê ji pîşesazî û tûrîzmê re vekir û . Tevî ku di sala 1928an de pergala meclîsa gel Landsgemeinde bi fermî hat betalkirin jî, bingehên siyasî yên sedsala 19an hişt ku Uri nasnameya xwe ya kevneşopî bigihîne sedsala 20î û cîhana modern.

Demografî û ziman

Wargehên ewil ên li Urseren Valley (Gelîyê Urserenê) ya li dora Çemê Reusê ji aliyê komên biçûk ku bi zimanê reto-romanşî diaxivîn, hatin avakirin. Ev jî nîşan dide ku berîya koçberiya almanîaxêvan çand û zimanê roman/latîn li vê herêmê serdest bû. Paşê, gelê ji herêma Valaisê ku wekî Walser dihat naskirin bi zaravarekî almanî diaxivîn, koçî vî gelîyê kirin.Koçberî nexşeya ziman û çandê ya herêmê bi giranî guherand û bandora zimanê romanşî kêm kir.

Ji ber cografyaya wê ya çiyayî, asê û îzolebûyî, zaravaya herêmî ya almanîya bilind ku wekî Urnerdeutsch tê naskirin, taybetmendiyên xwe yên kevnar û resen parastine û hebûna xwe heta roja îro domandiye.

Ji ber ku Uri mîna cîranê xwe yê Zugê ne navendeke navneteweyî ya mezin a fînansê ye, hebûna bîyanîyan kêm e û loma jî zimanên bîyanî kêm tên bikaranîn. Li pey almanî, zimanên wekî îtalyanî, portûgalî û albanî ji alîyê civatên karker û koçberan ve tên axaftin. Zimanê îngilîzî wekî zimanê navneteweyî zêdetir di qada tûrîzmê de pêş dikeve. Bi taybetî li navenda tûrîzma zivistanê ya mezin a Çiyayê Alpan, Andermattê, îngilîzî hema bêje bûye zimanê duyem ê rojane.

Nifûsa Kantona Uriyê îro encax gihîştîye 38.000î û bi vê taybetîya xwe Uriya çiyayî di nava 26 kantonên Swîsreyê de yek ji kantona herî kêm nifûs (li pey Appenzell Innerrhoden û Obwaldenê) e. Piraniya nifûsê li deşta çemê Reusê û li paytexta kantonê Altdorfê dijî. Tevî ku leza mezinbûna nifûsê di salên dawî de kêm bûye, projeyên tûrîzmê yên mezin koçberîya ji derve teşwîq dikin. Rêjeya nifûsa biyanî li kantonê li gorî navîniya welêt pir kêm e û nêzîkî 15 % yê nifûsa giştî pêk tîne. Ev koma civakê piranî ji welatên Ewrûpayê ji bo kar an tûrîzmê hatine vir.

Ji alîyê olî ve, Uri nasnameya xwe ya dîrokî ya katolîk bi tundî parastiye. Dêra Katolîk a Romê bi rêjeya 69 % hîn jî di qada dîn de serdestîya xwe didomîne. Li pey wê, Dêra Reformbûyî (Protestan) bi rêjeya 5% kêmareke dînî temsîl dike. Rêjeya kesên bêdîn an misliman in jî li gorî kantonên din pir hindik e. Karakterê sereke ya nifûsa Kantona Uriyê gundî û çiyayî ye û xwedî çandeke xurt a herêmî ye.

Aborî

Bingeha aborîya Kantona Uri bi sedsalan li ser çandiniyê û xwedîkirina dewaran, hilberîna şîr û bazirganiya li ser Rêya Gotthardê dihat qezenckirin, ava bibû. Ji ber cografyaya xwe, kanton ji bo pîşesazîya mezin ne guncaw bû û karaktera girtî û kevnar a vê vê aborîyê heta sedsala 20î dom kir. Bi taybetî piştî çêkirina tunelên trênê û rêya Gotthardê, aborî hinekî ber bi îndustrî û tûrîzmê ve vebû. Tevî modernbûnê jî, çandinî û karên daristanê îro 6% aboriyê pêk tînin. Sektora pîşesazîyê (bi taybetî pîşesaziya kaxiz, metal û hilberîna elektrîka avî) di navbera %24 û %26an de ye.

Xizmet û tûrîzm sektora herî mezin a kantonê ye hebûna wê ya di aborîya giştî di navbera 68% û 70% an de ye. Alîyekî herî giring û nûjen ê aborîya Urîyê, tûrîzma zivistanê û hilberîna enerjiya paqij (hîdroelektrîk) in. Kanton bi rêya çem û bendavên xwe yên li Çiyayên

Alpan, yek ji hilberînerên herî mezin ên elektrîkê ye ku tora rêyên hesinî ya federal a Swîsreyê (SBB) xwedî dike. Di salên dawî de, bi taybetî bi veberhênanên mezin ên navneteweyî yên li herêma Andermattê kanton li cîhanê wekî navendeke lûks a tûrîzma skî û lîstikên zivistanê derketîye pêş. Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) ya Kantona Urî gihîştîye nêzîkî 2.1 milyar CHF û di vî warî de di nava 26 kantonan de di rêza 25an de cih digire. Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê her kesî/ê nêzîkî 58.000 CHF ye ku ev reqam di bin navîniya Swîsreyê de ye. Rêjeya bêkarîyê li kantonê 1.2% pir kêm e. Ev jînîşan dide ku kanton di nava sîstema xwe ya biçûk de xwedî îstiqrara kar û aborîyê ye.

Sîstema polîtîk

Demokrasîya rasterast a kevnar û muhafezekariya xurt ku çavkanîya wê gundîtî ye, rengê xwe dane sîstema polîtîk a Uriyê. Uri bi parlamento, hikûmet û dadgehên xwe xwedî erkên serbixwe ye. Parlamento (Landrat) sazîya herî bilind e ku erkên qanûnçêkirinê bi kar tîne û ji 64 kursîyan pêk tê. Endamên wê û her weha endamên hikûmeta kantonê (Regierungsrat) ya ji 7 kesan pêk tê, ji bo çar salan rasterast ji aliyê gel ve tên hilbijartin. Hikumet ji alîyê partîyên muhafezekar û navendparêz (mîna Die Mitte, FDP û SVP) tê birêvebirin ku ev yek realîteya çanda polîtîk a herêmparêz û mihezezakar a Uriyê nîşan dide. Kantona Urî ji ber nifûsa xwe ya kêm, di Parlamentoya Federal a Swîsreyê de tenê xwedî 1 kursî ye, lê belê mîna kantonên damezrîner, 2 nûnerên xwe dişîne senatoya Swîsreyê (Konseya Kantonan) da ku mafên kantonê biparêzin.

Destûra Bingehîn a Kantona Uriyê di sala 1984an de hatîye qebûlkirin û piştî çend reformên mezin hîn jî di meriyetê de ye. Destûr di warê parastina sînorên xwezayî, çandinî, bac û ewlekarîyê de erkên berfireh dide kantonê. Yek ji guherînên dîrokî ya di sîstema polîtîk de hilweşandina saziya Landsgemeinde (meclîsa gel) ya di sala 1928an de bû. Ji wê demê û pê ve dengdan bi rêya pergala modern a hilbijartinê tê kirin. Daraz di çarçoveya otonomîya kantonê de wekî Dadgeha Bilind (Obergericht) li bajarê Altdorfê dixebite û di bin wê de dadgehên herêmî (Landgericht) biryarên hiqûqî didin. Uri xwedî hêza polîs a kantonê ye ku wekî Kantonspolizei Uri tê nasîn û ewlekarîya li ser otobana Gotthardê jî di nav de, berpirsê aramîya herêmî ye.

Asta duyemîn a otonomîyê beledîyeyên li kantonê (Gemeinden) ne. Kantona Uri wekîZugê, di nava navçeyan de (bezirke) nehatî ye dabeşkirin û kanton rasterast ji 19 beledîyeyên otonom pêk tê. Meclîsên beledîyeyan dikarin di çarçoveya otonomîya xwe ya berfireh de, di serî de dîyarkirina bac, di gelek meseleyên herêmî de qanûnan çêkin. Ev jî destûrê dide beledîyeyên wekî Andermattê di salên dawî de bi polîtîkayên xwe yên bacê û tûrîzmê bala şîrketên mezin bikişînin ser xwe.

Amadekar: Necat Ayaz-Fatoş Demirtaş

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

50 salîya têkoşîna zimanî: La Bressola dîroka xwe pîroz dike

“La Bressola, tora dibistanên immersîf ên zimanê katalanî li bakurê Katalonyayê di 16ê îlona 2026an …