Soweto: Dema ku ziman bû sebeba serhildanê

Di 16ê hezîrana 1976an de, bi hezaran xwendekarên reş li bajaroka Sowetoyê ya Afrîkaya Başûr li dijî siyaseta perwerdehiyê protestoyekê li dar xistin. Serhildan, piştî biryara hikûmetê dest pê kir ku zimanê afrîkanî (afrikaans) li dibistanên reşan kir zimanê perwerdeyê. Bersiva tund a polîsan bû sebema ku gelek xwendekar werin kuştin û birîndar bibin. Ev bûyer bû yek ji sembola têkoşîna li dijî apartheidê.

Hikumeta apartheidê ya nîjadperest di sala 1974an de biryar da ku zimanê afrîkanî (afrikaans) û îngilîzî  wekî zimanên fêrkirinê li dibistanên reşan bên bikaranîn. Afrîkanî zimanê ewrûpîyên welêt dagir kiribûn û loma gelek afrîkîyên reş vî zimanê wekî  kolonyalîstan qebûl dikirin. Xwendekaran û mamosteyan bawer dikirin ku vê siyasetê perwerdehiyê dijwartir dike û armanca wê kontrolkirina civaka reş e.

Di sibeha 16ê hezîranê de, bi hezaran xwendekar ji gelek dibistanan ber bi Stadyûma Orlando ve meşiyan da ku protestoyeke aştiyane pêk bînin. Lê polîsan rê li wan girt û bi gaza çavsotîner  û paşê jî bi çekan êrişî çalakgeran kir. Di nav yekem qurbaniyan de Hector Pieterson ê 12 salî hebû, ku wêneyê wî yê piştî gulebaranê bû sembola serhildanê.

Soweto bû sembola têkoşînê 

Di roja yekem de dewletê ragihand ku 176 kes hatin kuştin. Lêbelê li gorî çavkanîyên din herî kêm 500 kes hatin kuştin û 2.000 kes jî birîndar bûn. Piştî vê, serhildan li gelek herêmên Afrîkaya Başûr belav bû û piştgiriyeke navneteweyî ji bo têkoşîna li dijî apartheidê zêde kir. Bûyer bû semboleke di têkoşîna azadîya gelên bindest ên Afrîkaya Başûr û di dawiyê de rolek girîng di hilweşandina pergala apartheidê de lîst.

Niha, 16ê hezîranê li Afrîkaya Başûr wekî “Roja Ciwanan” tê bîranîn, û li gelek welatan jî wekî Roja Zarokê Afrîkayê tê pîrozkirin.

Foto: Meşa li Sowetoyê (1976)

Afrîkaya Başûr û polîtîkaya ziman

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Referandûma Swîsreyê: Bajar û Romandî însîyatîfa rastgir red kirin

Di referandûma 14ê hezîrana 2026an de, gelê Swîsreyê bi rêjeya %54,8 pêşniyaza Partiya Gel a …