The Federalist Papers bingeha federalîya Amerîkayê ava kir

The Federalist Papers çend gotarên xurt in ku tê de Destûra Bingehîn a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê parastin. Ev gotar ku tê de hikumeteke federal a bi hêz tê pêşnîyazkirin, bandorê li federalbûna Amerîkayê kirin.

The Federalist Papers ku ji 77 gotaran pêk dihat, di 28ê gulana 1788an de wekî pirtûk weşandin. Pirtûk  di prosesa erêkirina Destûra Bingehîn a Amerîkayê de roleke mezin pêk anî. Gotarên ji alîyê Alexander Hamilton, James Madison û John Jay hatin nivîsandin, di navbera 1787-1788an de di rojnameyên New Yorkê de hatibûn weşandin. Hemû gotar di dewsa her sê damezrînerên Amerîkayê de, di bin navê “Publius” de hatin weşandin.

Dema van gotaran hatin weşandin, Amerîka di demeke ne zelal a piştî Şerê Serxwebûnê de bû. Her 13 kolonîyên berê yên Brîtanyayê di bin 13 Xalên Konfedasyonê de dewleteke ku navenda wê gelekî lawaz bû damezrandibûn. Erka polîtîk a sereke hîn jî di destên kolonîyan de bûn. Gelek bawer dikirin ku sîstema heyî di warê berhevkirina bacê, parastina li hemberî derve û polîtîkaya navneteweyî de bi kêr nayê.

Nîqaşên li ser sîstemê 

Di 1787an de delegeyên tevlî Konvansîyona Philadelphiayê bûn destûreke bingehîn ku wê derfete avakirina hikumeteke federal bidem pêşnîyaz kirin. Pêşnîyaz li Newyorkê rastî nîqaşên mezin hatin. Dijberên vê pêşnîyazê ditirsîyan ku wê erkên di destên eyaletan de bên kêmkirin eyalet têkevin bin kontrola navendeke bi hêz.

The Federalist Papers bi armanca bersivandina van rexneyan hatin nivîsandin. Nivîskarên gotaran Destûra Bingehîn a federal parastin û giringîya sazîyên federal, jhevcihêbûna erkan û pergala kontrol û balansê terîf kirin. Gotar bandorê li nîqaşan kirin û rêya damezrandina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vekirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Alberta dikare ji Kanadayê veqete û bibe serbixwe?

Biryara eyaleta Alberayê ya ji bo lidarxistina referandûma serxwebûnê li Kanadayê bû sebeba nîqaşan. Tevî …