Çawa artêşa gerîla kolonyalîzmê têk bir?

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî derî li serxwebûna Vietnamê vekir.

Di 7ê gulana 1954an de hêzên vîetnamî artêşa fransî têk birin.

Serkeftina leşkerî ya li Dien Bien Phuyê derî li serxwebûna Vietnama vekir.

Dien Bien Phu devereke li bakurê Vîetnamê ya li nêzîkî sînorê Laosê ye.

Şerê li vir di 13ê adarê de bi êrişên Viet Minhê (Yekitîya Serxwebûna Vîetnamê) dest pê kir.

Amerîkayê di vî şerî de bi hêza xwe ya hewayî destekê da artêşa fransî.

Şerê Dien Bien Phuyê 54 roj dom kir û di 7ê gulanê de Artêşa Fransayê teslîm bû.

Li derdora 8,000 leşkerên fransî hatin kuştin û 15,000 leşker birîndar bûn.

Bi hezaran leşkerên Artêşa Fransayê dîl ketin destên Viet Minhê.

Di şer de 5,000î zêdetir leşkerên Viet Minhê jiyana xwe ji dest dan.

Minawreyên dema Şerê Dien Bien Phuyê/Nexşe: BrunoLC, CC0

Peymana Fransa-Vîetnamê  

Di heman salê de Fransa û Vietnam Peymana Cenevê îmze kirin.

Fransa leşkerên xwe tevlî Vietnamê, ji welatên ku wekî Hîndî-Çîn tê pênasekirin, vekişand.

Lêbelê Fransa berîya vekişe, Vietnamê li ser paralela 17. kir du parçe.

Li bakurê welêt di bin lîderîya Ho Chi Minh de Komara Demokratîk a Vietnamê hat damezrandin.

Dewleta ku li başûrê welêt hat avakirin di nava demê de ket bin kontrola sîyasî û leşkerî ya Amerîkayê.

Foto: Leşkerên fransî yên li Dien Bien Phuyê dîl hatin girtin/Stringer, AFP

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Mussolini di 1945an de hat kuştin

Partîzanên Îtalyayê di nîsana 1945an de dîktatorê faşîst Benito Mussolini înfazkirin. Kuştina Mussolini di şerê …