Hejmara 12. a LEWergerê hat weşandin

Hejmara 12. a kovara wergera helbestê LEWerger hat weşandin.

Di hejmarê de helbestên li ser “şer û mirinê” cî girtine û hejmar “ ji bo xelkê xwe yê Kobaniyê, Rojava û Rojhilat” hatîye dîyarkirin.

Di pêşgotina kovarê de bi van gotinên balkêş meseleya “şer” cî digire:

“Serê sedsal û zemanan e dinya li ber şer çûye… şewta şer, jana mirinê dijî…Lê sedsaleke sax e (û helbet berî wê jî!) nemaze jî em, war û welatê me, neteweya me, dar û devî, deşt û berrî, kevir û kuç û çiya, çand û bermahî, al û newal, ax û baxistana me jî bi erê û nayên xwe, têra xwe serwextî teqabil û wateya şer in: Erê, kurd jî wekî qewm wer di şer de bûne û wê êşê baş dinasin.”

Wergerên ji zimanên îngilîzî, fransî, îspanyolî, îtalî, farisî, erebî û hin zimanên din cî digirin

Edîtorên hejmara dawî ev in: Yeqîn h., Samî Hêzil, Seyîdxan Kurij, Aysel Tabak, Alan Hemo, Aydin Ekîn, Ebas Mûsa, Tengezar Marînî

Kovara LEWergerê ji 4 mehan carekê tê weşandin û 2022an û vir ve weşana xwe didomîne. Zimanên kovarê kurmancî, zazakî û soranî ye lê herî zêde werger bi kurmancî tên weşandin.

—————————

Nûçe ji Berwarnewsê hatîye girtin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aktîvîst ji bo parastina ziman dibezin

Beza ji bo ziman çalakîya herî balkêş e ku di salên dawî de li li …