Pergaleke kanton û beledîyeyan a ji xwe re modela swîsî esas digire, wê destûrê bide komên di nava hev de ne bi rengekî aştîyane bi hev re bijîn û di heman demê de newekhevîtîyên xurt ên di navbera herêmên ji alîyê çavkanîyan ve dewlemend û ên hatine marjînalkirin de ji holê rabike.
Sosyologê kurd Îhsan Kurt di gotareke xwe de ji bo statuya Rojava federalîyê pêşnîyaz kir. Gotara Kurt a li ser mijarê, di bin sernivîsa “Sûrîyeyeke federal: Tekane rêya realîst a ber bi aştîyê ve” di rojnameya fransî 24 Heure ya Swîsreyê de hat weşandin. Rojnameyê di binê sernivîsa gotarê de “dema mirov cihêrengîya Sûrîyeyê li ber çavan bigire, organîzasyona ku li ser modela welatê me hatîye damezrandin hêjayê nîqaşkirinê ye û mirov dikare li ser bifikire” nivîsand û pirsa “ma ev utopya ye?” kir.
Kurt bi bûyerên dawî yên li Sûrîyeyê dest bi gotara xwe dike û wiha dibêje:
Di 15yê kanûna paşîn de Wezareta Karên Dînî ya Sûrîyeyê bang li mizgeftan kir ku bi rêya referansa ayeta Quranê El-Enfal, li hemberî kurdan destekê bidin artêşa Şamê. Sedam Huseyîn berî niha di “Kampanyaya Enfalê” ya ji bo tunekirina kurdên Iraqê (1987-1988) de vê ayetê ji xwe re referans girtibû ku di encam de 180,000 kes hatibûn kuştin.
Sosyologê kurd piştî qala hilweşîna rejîma Baas a erebparêz dike, gotinê tîne ser meseleya avakirina netew-dewletên li Rojhilata Navîn ji alîyê hêzên ewrûpî ve û dibêje ku îro jî ji bo jinûveavakirina heman modela têkçûyî hewldan tên kirin. Îhsan Kurt piştî rexneya vê modelê, avakirina dewleteke federal pêşnîyaz dike:

Pergaleke kanton û beledîyeyan a ji xwe re modela swîsî esas digire, wê destûrê bide komên di nava hev de ne bi rengekî aştîyane bi hev re bijîn û di heman demê de newekhevîtîyên xurt ên di navbera herêmên ji alîyê çavkanîyan ve dewlemend û ên hatine marjînalkirin de ji holê rabike. Otonomîya lokal, wekhevkirina fînansî, venasîna cudahîyên dînî û hêzên ewlehîyê yên deverî prensîbên vê modelê ne ku dikarin adapteyê Sûrîyeyê bên kirin.
Îhsan Kurt di dawîya gotarê de gotinê tîne ser peymana 10ê adara 2025an ku di navbera hikumeta demkî ya Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê de hatibû îmzekirin. Kurt bi van gotinan sebebên ka çima vê peymanê neketîye merîyetê wiha îzeh dike:
Di bin zextên monarşîyên welatên Kendavê û Tirkîyeyê de terka kurdan hat kirin. Sedsalek paşê, ferzkirina netew-dewleteke navendîparêz li ser civakeke parçe bûyî wekî zewaceke bi darê zorê ye. Lêbelê, federalîzma Sûrîyeyê dikare bingeheke bêtir realîst pêşkêş bike ji bo aştî û demokrasîyê.
—————————–
Kî ye Îhsan Kurt?
Ihsan Kurt sosyologoke kurd e ku pisporîya wî li ser koçberî, penaxwazî, dîyaspora, têkiliyên nav-çandî û radîkalîzm e. Kurt ku li navçeya Licê ya Amedê hatîye dinyê wekî rojnamevan li Rojhilata Navîn û Swîsreyê xebitî ye. Îhsan Kurt li Zanîngeha Neuchatelê (UNINE) di beşa Sosyolojîyê de master kirîye. Kurt demeke dirêj endamê meclîsa Beledîyeya Prillyê ya Kantona Vaudê bû.
Infowelat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat