Denmark hêzeke taybet li girava Bornholê bi cî dike. Hêza denmarkî wêgiravê û ewlehîya rêyên deryayî biparêze. Girav wekî Derîyê Deryaya Baltik tê qebûlkirin û nêzîkî sînorên Rûsya, Almanya, Polonya û Swêdê ye.
Denmark herdem bi aramî û halxweşîya xwe tê zanîn, tedbîrên parastinê xurtir dike. Hikumeta Kopenhagê planeke ya du salan amade kir. Ji vê planê armanc ev e, parastina deryayî, hewayî û bejahî bê xurtkirin.
Denmark di vê çarçoveyê de hêzeke taybet li girava Bornholmê tê bi cî kirin. Hêza denmarkî wêgiravê û ewlehîya rêyên deryayî biparêze. Ji bilî vê berpirsîyê, yekîneya taybet wê ji bo krîzên li derveyî welêt jî amade bin. Dema pêwîstî hebe hikumeta Denmarkê vê yekîneyê bişîne herêmên alozîyê. Rojhilatê Ewrûpayê û Arktîk di herêmên sereke ne ku hêza heyî dikare bê sewqkirin. Tê texmînkirin, hejmara leşkerên wê Bornholmê bên bicîkirin wê li derdora hezarî be.
Ku der e Bornhol?

Bornholm giraveke biçûk a li li başûrê Swêdê ye ku bi ser Denmarkê ve ye. Rûzemîna giravê 584 km2 ye û nifûsa wê li derdora 40.000î ye. Girav wekî Derîyê Deryaya Baltik tê qebûlkirin û nêzîkî sînorên Rûsya, Almanya, Polonya û Swêdê ye. Ji ber vê taybetîya wê, girav piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê ji alîyê Yekitîya Sovyetê ve hatibû dagirkirin. Lê piştî salekê leşkerên Sovyetê vekişîyan û girav careke din ket bin kontrola Denmarkê.
Foto: Girava Bornholmê, Małgorzata Miłaszewska, CC BY-SA 3.0
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat