Nuqteyên giring:
Brîtanya zimanê kernewek xist bin statûya Beşa III a Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Kêmaran.
Brîtanya bi vê biryarê bi fermî kernewek nas dike û wê wekî parçeyekî nasnameya çandî ya herêma Cornwallê qebûl dike.
Zimanê kernewek di lîsteya “zimanê di bin xetereya dijwar de” ya UNESCOyê de ye hatîye bicîkirin.
Brîtanyayê ragihand, ew ê zimanê kernewek têxe bin banê statûya Beşa III. ya parastina ziman. Ev jî tê vê wateyê, zimanê kernewek wê ligel zimanên galî, galîkîya îrlandayê û galîkîya Skotlandê bê naskirin. Beşa III. asta herî bilind a parastina ziman e ya di bin banê Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Kêmaran.
Konseya Cornwallê (Konseya Kernowê) û sazîyên sivîl ên li herêmê demeke dirêje ji bo venasîna kernewek xebatê dikirin. Bi vê gavê, Brîtanya bi fermî kernewek nas dike û wê wekî parçeyekî nasnameya çandî ya herêma Cornwallê qebûl dike.
Endama Konseya Cornwallê Sarah Preece li ser mijarê wiha axivî:
“Kernewek parçeyeke esasî ya nasnameya yekta ya Conwallê ye. Em vê pêşveçûna ku ji bo nifşên bê ziman vedinase û wê diparêze wekî gaveke pir mezin a pêşwazî dikin.”
Lîderê konseyê Leigh Frost jî bi van gotinan kêfxweşîya xwe ya ji bo venasînê îfade kir:
“Ev, xebereke pir xweş e ji bo Cornwallê. Bidestxistina statuya Beşa IIIan xebata bi salan a dijwar a Konseya Cornwallê ya ji bo parastina kernewek wekî zimanê zindî nîşan dide. Em ji venasîna kernewek a ligel galîkîya Skotlandê û galîkîya Îrlandayê pir serbilind in.”
Cornwall (Kernow) parêzgeheke li başûrê Brîtanyayê ye ku nifûsa wê nêzîkî 600 hezarî ye. Zimanê kernewek heta sedsala 18. li herêmê hatîye bikaranîn. Ber bi dawîya vê sedsalê de kernewek ji ber belavbûna îngilîzî ya li herêmê, ji holê rabûye.
Hewldanên ji bo parastina ziman
Ji destpêka salên 2000î û vir ve ji bo vejandina zimanê kernewek hewldanên mezin hatine kirin. Di encama serfirazîya qismî ya van xebatan de UNESCO vî zimanî ji lîsteya “zimanê mirî” derxistî ye. Niha kernewek di lîsteya “zimanê di bin xetereya dijwar de” hatîye bicîkirin.

Li Cornwallê her sal 200 kes di polan de zimanê kernewek fêr dibin. Kernewek zimanê yekemîn ê 500 kesî yên li vê parêzgehê ne û 3,000 kes jî bi vî zimanî dizanin.
Herwiha, di salên 2024-2025an de ji milyonekî zêdetir car ferhenga online a kernewek hatîye bikaranîn û 32 hezar peyv li zimanê kernewek hatine wergerandin. Ev yek îşareteke eleqeya ji bo zimanê kernewek tê qebûlkirin.
Infowelat
Foto: Bajarokekî li Cornwallê û ala herêmê.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat