Şoreşa Meksîkayê bû 115 salî

Nuqteyên giring 

Şoreşa Meksîkayê 115 sal berê li hember dîktatorîyê pêk hat.

Tevlî xebat û berdêlên giran, şoreşa radîkal rastî astengîya baskê lîberal hat.

Şerê navxweyî ya di navbera baskên cuda yên şoreşê 10 sal dom kir û bû sebeba mirina 2 milyon kesan.

Pêkanîna reforma axê, naskirina mafên karkeran, perwerdeya ji bo hemû civakê û betalkirina rola polîtîk a Dêra Katolîk destkeftinên şoreşê ne.

Şoreşa Meksîkayê piştî hilbijartinên 1910an dest pê kir. Dîktatorê Meksîkayê Porfirio Diaz di hilbijartinûê têk çû lê Dîaz encamê nekir. Fracisco Maderoyê ku di hilbijartinê de bi ser ket banga serhildanê kir. Emiliano Zapata li herêma Morelosê ya li başûrê welêt serî rakir. Serhildan bi ser ket û Madero bû serokê nû yê Meksîkayê.

Gundiyên di bin rêberiya Zapata de bûbûn yek vê carê bi daxwaza reforma axê serî li hemberê hukumeta nû rakirin. Di vê navberê de, Panco Villa jî bi hêzeke serhildêr li bakurê Meksîkayê eniyeke din li hemberê hikumetê vekir.Paşê generalên baweriyê bi rejîma Diaz anîbûn li hemberê hukumetê derbeyekê leşkerî kirin. Dîktatorî di 1911an de hat hilweşandin lê 3 sal paşê şerekî nû ya navxweyî dest pê kir.

Şerê navxweyî 

Zapata û Vîlla alîgirên şoreşeke radîkal bûn û daxwaza reforma axê dikirin.

Artêşa federal di salên 1913 û 1914an de têk çû û hêzên şoreşger ketin paytextê. Lêbelê şoreşa serkeftî di demeke kurt de rastî êrişa alîgirên destûra bingehîn hat û artêşa Pancho Villa têk çû. Paşê dor hat ser hêzên Zapata û artêşa wî jî di şer de şikestin xwar. Bi vî awayî, hêzên xwe wekî “alîgirên destûra bingehîn” pênase dikirin, pêşî li serkeftina şoreşê girtin.Tevî vê jî di 1917an de destûreke bingehîn a xwedî naverokeke pêşverû hat amadekirin.

Şerê navxweyî ya di navbera hêzên cuda yên Meksîkayê de heta sala 1920an dom kir. Alîgirên destûra bingehîn di şer de bi ser ketin û Panço Vîlla û Emîlyano Zapata hatin kuştin. Berdêlên însanî ya şerê navxweyî ku 10 salan dom kir, gelek giran bû. Di alozîyê de nêzîkî 2 milyon kes jîyana xwe ji dest dan.

Pêkanîna reforma axê, mafên karkeran, perwerdeya ji bo hemû komên civakê û betalkirina rola polîtîk a Dêra Katolîk destkeftinên vê şoreşê bûn. Herwiha, bi Destûra Bingehîn a Meksîkayê dema li ser kar a serok bi 6 salan hat bisînorkirin. Bi vî awayî jî dawî li pêkhatina dîktatorîyeke nû ji alîyê hiqûqî ve hat astengkirin.

Infowelat

Foto: Lîderên şoreşê Pancho Villa (çep), Emîlyano Zapata (rast) û fermandarên hêzên şoreşger 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jose Antonio Kast dike bibe serokê Şîlîyê

Nuqteyên giring Di hilbijartina Şîlîyê de namzetên komînîst Jeannette Jaraya û yê rastgir osé Antonio …