“Konferansa Damezrandina Platforma Neteweyî ya Kurdan” /Foto: Rûdaw

Platforma Neteweyî ya Kurdan nexşerêya xwe ragihand

“Konferansa Damezrandina Platforma Neteweyî ya Kurdan” ku di 28-29ê adarê ya li Amedê hat lidarxistin, nexşerêya xwe ragihand.

Nexşerêya platformê ji 13 xalên bingehîn pêk tê.

Statuyeke siyasî, cografî û hiqûqî ya ji bo kurdan û fermîbûna kurdî xalên sereke yên vê nexşerîyê ne.

Nexşerêya platformê wiha ye:

1- Statu û Kurdî: Tê xwestin ku Kurd wekî pêwîstiya hiqûqa navneteweyî ji ber ku “milet” in statuyeke siyasî, cografî, îdarî û hiqûqî bi dest bixin û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

2 – Siyaseta sivîl: Di rêbaza têkoşînê de dê meşrûiyet, şefafiyet, siyaseta legal û sivîl esas were girtin.

3 – Redkirina tundiyê: Di şert û mercên niha de tundî di têkoşîna lêgerîna mafan de wekî amûreke meşrû nayê dîtin. Danîna çekan wekî bipêşketineke erênî tê nirxandin.

4 – Dîroka hevpar: Di dîroka siyasî ya Kurdan de hemû pratîkên erênî wekî çavkaniya îlhamekê û yên neyînî jî wekî rastiyeke ku mirov dersê jê wergire tên qebûlkirin.

5 – Azadiya baweriyê: Her cure azadiya bawerî û ramanê esas e. Platform dê bi awayekî wekhev nêzîkî hemû baweriyan bibe û dê li dijî bikaranîna baweriyan a wekî amûr derkeve.

6 – Ji wesayetê re na: Di siyasetê de her cure wesayet tê redkirin. Ti kom an partî nikare serdestiyê li ser platformê ava bike.

7 – Mafê rexneyê: Bi şertê ku heqaret tê de nebe, derbirîna her cure nêrîn û ramanê ya bêyî zextê prensîba bingehîn e.

8 – Hevkariya berfireh û piştgirî: Tê diyarkirin ku ew her tim ji hevkarî û piştgiriyê re vekirî ne. Ev helwest heta ji bo wan kes û komên ku li hemberî sîstema yekperest û asîmîlasyonparêz helwesteke zelal nîşan nadin jî derbasdar e.

9 – Siyasetnekirina li ser dijberiyê: Siyaset dê li ser dijberiya kes an komekê neyê avakirin. Dê li ser bingeha xeta xwe ya neteweyî siyaset were hilberandin, ne di ser kêmasiyên kesên din re.

10 – Yekîtiya neteweyî: Pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan stratejiya bingehîn e. Di têkiliyên bi komên “Kurdistanî” yên li derveyî platformê re dê hiqûqa biratiyê û nirxên exlaqî bên parastin.

11 – Zimanê avaker: Zimanê siyasetê dê ji biçûkxistin û cudakirinê dûr be û dê çareserîparêz û avaker be.

12 – Îstismarkirina êşên Kurdan: Dê destûr neyê dayîn ku êşên dîrokî û neteweyî yên gelê Kurd ji aliyê partiyên din ve ji bo berjewendiyên wan werin îstismarkirin.

13 – Qada xebatê: Qada sereke Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ye. Lê li kû dera cîhanê dibe bila bibe, dê bi hemû kesayet û saziyên Kurdan ên ku têkoşîna mafan didin re di çarçoveya “Yekîtiya Neteweyî” de têkiliyên meşrû bên bipêşxistin.

Foto: Dîmeneke ji konferansa 28-29 adarê ya li Amedê. /Rûdaw

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Macron garantorê peymana Rojava-Şamê ye

Macron di parvekirineke xwe de got, “Fransa wê piştevanê wê yekê be ku wê ev …