“Em çareseriya xwe li ser xeta Anatolya-Mezopotamyayê ava dikin. Têkiliya Anatolya-Mezopotamyayê xwedî rehên dîrokî yên kûr e. Yekemîn peymana aştiyê ya mezin di dîrokê de Peymana Kadeşê ye ku di navbera Hîtît û Misriyan de çêbû. Dîroka siyasî ya Rojhilata Navîn a çar hezar salîn nîşan daye ku ewlehiya Anatolyayê bi Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ve girêdayî ye. Entegrasyona demokratîk tê wateya beşdarbûna çanda Mezopotamyayê wekî hebûneke demokratîk.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê hevdîtina xwe ya bi Abdulah Ocalan de îro daxuyanî da.
Şandeya Îmraliyê ku ji Cîgira Serokê Parlamentoya Tirkîyeyê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk te, di 27ê adarê de bi Ocalan re hevdîtinekê pêk anîbûn.
Daxuyanîya heyetê wiha ye:
“Di 27ê Adara 2026an de, di çarçoveya hevdîtinên me yên bi birêz Abdullah Ocalan re, me li Girava Îmraliyê civînek li dar xist. Vê hevdîtinê bi awayekî zelal nîşan da ku pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng. Di vê astê de, hat destnîşankirin ku rêya çareseriyê mijareke piralî ye ku hewceyê nirxandina danûstandinan, îradeya demokratîk û berpirsyariya dîrokî ye.
Erk û berpirsyariya dîrokî ya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku xebata piştî Rapora Komîsyonê bêyî ku bê dirêjkirin divê bigihîje çarçoveyeke qanûnî ya berfireh û tevahî. Di nirxandinên lijneya me de, nêrîneke hevpar derket holê, ji bo ku derfetên dîrokî ji dest me neçin û îradeya rasteqîne ya çareseriyê bi ser bikeve, divê rêyên diyalogê vekirî bin û siyaseta demokratîk bê xurtkirin. Careke din hat diyarkirin ku civaka demokratîk ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê dijîn temînata siberojê ye. Em bawer dikin ku her kesê ku vê pêvajoyê rast fêm bike û bi berpirsyarî nêzîk bibe, ne tenê îro di heman demê de di siberoja me ya hevpar de jî dê bi ser bikeve.”
Peyama Abdullah Ocalan
“Divê em bi awayekî teng nêzîkî vê pirsgirêka mezin nebin ku em hewl didin çareser bikin. Ji ber ku li ser Rojhilata Navîn planên hegemonîk ên kûr hene. Her çend ligel rewşa xedar a li Sûriyeyê hin pêşketinên erênî hebin jî, niha şerê bi Îranê re di rojevê de ye. Piştî şerê bi Îranê re sê xet derketine holê. Ya yekemîn xeta DYA-Îsraîlê ye. Ya duyemîn bi pêşengiya Brîtanyayê xeta hin hêzên navneteweyî û herêmî ye ku armanca wan parastina statuya heyî ye. Ya sêyemîn xeta demokrasî û jiyana hevbeş e ku em bi rêya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê xetê diparêzin. Geşedanên li Îranê careke din nîşan da ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê meşandin mafdar û girîng e.
“Em çareseriya xwe li ser xeta Anatolya-Mezopotamyayê ava dikin. Têkiliya Anatolya-Mezopotamyayê xwedî rehên dîrokî yên kûr e. Yekemîn peymana aştiyê ya mezin di dîrokê de Peymana Kadeşê ye ku di navbera Hîtît û Misriyan de çêbû. Dîroka siyasî ya Rojhilata Navîn a çar hezar salîn nîşan daye ku ewlehiya Anatolyayê bi Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ve girêdayî ye. Entegrasyona demokratîk tê wateya beşdarbûna çanda Mezopotamyayê wekî hebûneke demokratîk.
“Tu pirsgirêka me bi Komarê re tuneye. Pirsgirêka rastîn ev e ku Komar ne demokratîk e. Demokrasî tekane çareserî ye ku dikare Komarê xurt bike.
“Divê nîşankirina şaşî, zêdegavî û meylên dij-demokratîk ên civak û welatan ên di dîrokê de, wekî dijberiya pîroziyan neyê dîtin. Divê bê gotin ku parastina rêbazên asîmîlasyonîst ya bi baweriyeke pozîtîvîst, kirasekî teng e ku li welêt hatiye kirin.
“Weke ku min di banga xwe ya 27ê Sibatê de diyar kir, serdema têkoşîna çekdarî bi dawî bûye. Vegera bo rabirdûyê êdî ne mimkun e. Pêvajoya ku em tê de ne, bi Komara Demokratîk re veguheztinek ber bi aştiyê ye. Ev pêvajoya ku em hêvî dikin bi ser bikeve, Komar dê du qat bihêztir be. Civaka demokratîk bi giranî bi çareseriyeke wisa ve girêdayî ye. Divê em têgihîştineke kolektîf û sivîl pêş bixin ku têkiliya di navbera Kurdan û dewletê de bi awayekî erênî saz bike. Divê dewlet jî bibîne ku tu çalakiyeke wêranker an tu gefên ewlehiyê tunene.
“Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikr û ramanan, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be. Ev qadên azadiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî derbas dibin.
“Di vê xalê de ez girîngiyê didim ku bi rêbazên guncav bigihîjim tevahiya raya giştî da ku ramanên min ên derbarê pêvajoyê de bi awayekî rast bên fêmkirin.”
“Çareseriya entegrasyona demokratîk li ser bingeha feraseteke civakparêz hatiye avakirin. Ji bo çareseriya civakparêz, demokratîkkirina avahiyên civakî bi awayekî tevahî û kolektîf hewce ye.”
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat