Nuqteyên giring
-
Di hilbijartina Şîlîyê de namzetên komînîst Jeannette Jaraya û yê rastgir osé Antonio Kastêhatin pêşberî hev.
-
Jaraya ji % 27 û Kast ji % 24ê dengan wergirtin.
-
Di kanûna pêşîn de wê tûra duyemîn a hilbijartinê bê lidarxistin.
-
Gabrîel Borîc ku namzetê çepgir bû, di hilbjartina 2021an de bûbû serokê nû yê Şîlîyê.

Jeannette Jaraya di hilbijartinên Şîlîyê de bi rêjeya ji % 27an bû yekemîn. Jaraya namzeta Partîya Komunîst e. José Antonio Kastê rastgir encax dikarîbû ji % 24ê dengan bi dest bixe. Ji ber ku yek ji wan jî piranîya dengan bi dest nexistin, meha bê wê tûra duyemîn bê lidarxistin. José Antonio Kastê favorîyê tûra yekemîn tê nîşandan. Tê payîn, hilbijêrên namzetên din ên rastgir wê dengên xwe bidin Kaste.
Namzetê rasgirt Kast, kampanyaya xwe li ser zêdebûna koçberî û rêjeya sûcan ava kir. Nifûsa bîyanîyan li Şîlîyê nêzîkî 2 milyonan bûye û partîyên rastgir ji bo vê zêdebûnê hikumeta çepgir a li ser kar sûcdar dikin.
Boricê çepgir bûbû serokomar
Gabrîel Borîc ku namzetê çepgir bû, di hilbjartina 2021an de bûbû serokê nû yê Şîlîyê. Hilbijartina Boric di dîroka 40 salên welêt de wekî pêşketineke pir girîng hatibû qebûlkirin. Li Şîlîyê cara dawî serokê çepgir Salvador Allende di hilbijartina 1970an anîbû ser kar. Hikumeta Allende reformên civakî pêk anîbûn û ev jî di nava rejîmên Amerîkaya Latîn û DYAyê de de bûbû sebeba tirs û fikaran. Artêşa Şiliyê ya di bin fermana general Aûgûstûs Pînoşe de bi derbeya 1977an Allendeyê şoreşger kuştibû.
Infowelat
Foto: Ala Şîlîyê
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat