Nuqteyên giring:
Sîyaseta Fransayê ji bo bidawîkirina krîza Komara Pêncemîn gavekê avêt. Reforma teqawidbûnê mijara herî nîqaşbar a salên dawî bû hat betalkirin.
Êdî 3.5 nîv milyon kes wê bikaribin di temenê 62an de teqawid bibin.
Betalkirina reformê wekî derbeyekê li hemberê polîtîkayên Macron tê qebûlkirin.
Parlamentoya Fransayê bi dengdanekê reforma teqawidbûnê betal kir. Dengdana ji bo pêşnûmaya reformê duh di parlamentoyê de lidarxistin. Ji 255 wekîlan 146 ji wan ji bo betalkirina reformê dengên xwe bi kar anîn. Bi vê encamê, astengîya herî mezin a li hemberê hikumeta fransî ji holê hat rakirin.
Ji 2024an û vir ve li Fransayê pênc hikumet hatibûn ser kar û lê di demeke kurt de hilweşîyabûn. Serokwezîrê dawî Sebastîan Lecornu encax 14 saetan di berxwe dabû û îstifa kiribû.Macron careke din Lecornu peywirdar kiribû û Lecornu jî ji bo li ser kar bimîne bi partîyên çepgir re li hev kiribû. Betalkirina reforma teqawidbûnê di çarçoveya van danûstendinan de hatibû qebûlkirin.
Serokê Fransayê Macron ji mêj ve dixwest temenê teqawidbûnê ji 62yan derxe 64an. Macron armanc dikir, bi vê reformê bikaribe mesrefên dewleta fransî kêm bike. Loma jî betalkirina reformê wekî derbeyekê li hemberê polîtîkayên Macron tê qebûlkirin.
Bi betalkirina reformê wê 3.5 nîv milyon kes bikaribin di temenê 62an de teqawid bibin. Piştî dengdanê êdî nayê zanîn ka wê hikumet butçeya 30 milyar euroyê wê kêm e çawa temam bike.
Infowelat
Foto: Parlamentoya Fransayê
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat