Welatên CELAC-YEyê li Kolombîyayê civîyan

Nuqteyên giring

  • Yekitîya Ewrûpayê bi Amerîkaya Latîn û Karayîb re têkiliyên xwe xurt dike
  • Her du alî di civîna li Kolombîyayê hatin cem hev
  • Piştî civînê deklerasyoneke hevpar hat weşandin
  • Guherîna avhewayê, koçberî û alozîya li Karayîbê, Ûkrayna û Xeze cî girtin

58 welatên cîhanê di lûtkeya  CELAC-YEyê de duh hatin cem hev. Civîna rojek dom kir, li bajarê Santa Marta ya li Kolombîyayê hat lidarxistin. 33 welatên tevlî vê bernameyê bûn endamên Rêxistina Amerîkaya Latîn û Karayîbê (CELAC) bûn.

Ursula von der Leyen û Antonio Costa di bernameyê de Yekitîya Ewrûpayê temsîl kirin. Îspanya, Portûgal û Hollanda di asta serokwezîran de tevlî civînê bûn. Ji welatên Amerîkaya Latîn û Karayîban bi tenê Brazîl û Kolombîya di asta lîderan de hatin temsîlkirin. Welatên mayî an wezîrên karên derve an jî şandeyeke di asta nizm de şandin civînê. Ev jî destûrê neda bernameya li Kolombîyayê wekî serfirazîyeke mezin a dîplomatîk bê nîşandan. Serokê Brazîlê Luiz Inácio Lula da Silva di axaftina xwe de li vê rewşê mukur hat û got “Amerîkaya Latîn û Karayîb di nava krîzeke kûr de ye.”

Deklerasyona hevpar

Piştî gotûbêj û nîqaşan endamên CELACê YE ji bo deklerasyoneke hevpar li hev kirin. Serokê Konseya Ewrûpayê Antonio Costa bi van gotinan deklerasyonê nirxand: “58 welat bi rêya dîyalogê li hev kirin. Ev deklerasyon giringîya dîyaloga piralî nîşan dide.”

Di belgeya hevpar de guherîna avhewayê, koçberî, alozîya li Karayîbê, Ûkrayna û Xeze cî girtin. Ji bo rewşa dawî ya Deryaya Karayîbê “giringîya ewlehîya rêyên deryayî” hat destnîşankirin û rasta rast qala kiryarên leşkerî ya Amerîkayê nehat kirin.

Venezûela û Nîkaragua ji ber problemên rejîmên wan a bi sîstema welatên Rojava re, îmze xwe dananîn binê belgeya hevpar. Herdu welat ragihandin, wan ji ber di meseleya Ûkraynayê de rexne li Rûsyayê hatine kirin belgeyê îmze nekirine.

Hêza CELAC-YEyê

Welatên Amerîkaya Latîn, Karayîb û Yekitiya Ewrûpayê ji % 14 nifûsa cîhanê pêk tînin. Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya 58 welatan digihîje ji % 21ê hemû hilberîna cîhanê. Welatên herdu parzemînan yek ji sê endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tînin.

Infowelat

Foto: Alên welatên Amerîkaya Latîn, Karayîb û Yekitîya Ewrûpayê 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Rûsya testên çekên atomê dinirxîne

Nuqteyên giring  Rûsya li hember gotinên Trump, ceribandina çekên atomê dinirxşîne Konseya Ewlekarîyê ya Rûsyayê …