Hejmara 3. a Ziman hat weşandin

Dîroka şikestinxwarina zimanê galîkî ya di konteksta têkiliyên îngilîzî-skotlandîyan mijara dosyeyeke vê hejmarê ye.

E-kovara Ziman bi hejmara 3. gihîşt ber destên aktîvîstên kurdî.

Dîroka şikestinxwarina zimanê galîkî ya di konteksta têkiliyên îngilîzî-skotlandîyan mijara dosyeyeke vê hejmarê ye.

Venasîna fermî ya zimanên galîkî û skotî, midaxaleya dadgehan a li hemberî parastina baskî di asta beledîyeyan de, hewldanên ferzkirina hîndû li her alîyê Hindistanê û têkoşîna hiqûqî ya ji bo zimanê îrlandî nûçeyên din balkêş in.

Di vê hejmarê de gotinên flaş ên Mehmet Ocalan ji bo pêdivîya parastina kurdî bûye mijara nûçeyekê.

E-kovara Ziman di 15yê gulana 2025an de dest bi weşanê kir û mehê carekê tê weşandin.

Naveroka hejmara tîrmehê

  • Galîkiya Skotlandê çawa ket ber sekratê?
  • Skotland zimanên galîkî û skotî bi fermî nas kir
  • Mehmet Ocalan meseleya ziman bir Îmralîyê
  • Îspanya naxwaze baskî bibe zimanê beledîyeyan
  • Hindistan dixwaze hîndû li welêt ferz bike
  • Têkoşîna hiqûqî ya ji bo zimanê îrlandî
  • Beşa winda hat dîtin: Zimanê hîndoewrûpî ji ku hatîye?
  • Tu vê îngilîzîyê li ku fêr bûyî?

Infowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …