Serxwebûna Belçîkayê û destûra demokratîk

Belçîka di 1830an de serxwebûna xwe bi dest xist.

Di 1831an Belçîka bû dewleteke neteweyî ya xwedî destûreke bingehîn a demokratîk.

Belçîka yek ji welatê cîhanê ye ku xwedî destûreke bingehîn a demokratîk e.

Destûra Bingehîn xwe dispêre proseya Belçîkayê ya ji bo serxwebûnê ya salên 1830-31an.

Lewma jî ev belgeya hiqûqî yek ji sê makeqanûnên ewil ên cîhanê ye.

Bi tenê, destûrên bingehîn Amerîka û Norwecê ji ya Belçîkayê kevintir in.

Herwiha, bi naveroka xwe jî ev belge yek ji destûra bingehîn a herî lîberal ê cîhanê ye.

Dîroka Destûra Bingehîn a Belçîkayê

Belçîkaya ku heta wê demê wekî Başûrê Holandayê dihat naskirin, piştî serhildana 1830an hate damezrandin.

Gelê Brukselê di tebaxa heman salê de li hemberê qralê Holandayê Willem I dest bi serhildaneke çekdarî kir.

Çalakiyên gel di demeke kurt de belavî bajarên fransîaxêv ên başûrê welêt jî bû.

Artêşa holandî ku ji bo tepisandina serhildêran hatibû şandin, li gelek deveran fermana rêvebiriyê pêk neanî.

Lewma jî serhildan gihîşt armanca xwe û di cotmeha 1830’an de Hukumeta Demî ya Belçîkayê hate damezrandin.

Dewleta nû bi Peymana Londonê ya 1832an di qada navneteweyî de hate naskirin.

Çend roj piştî damezrandina hukumetê, Komîsyona Makeqanûnê kom bû û di heman mehê de pêşnûmayekê pêşkêşî hukumetê kir.

Kongreya Neteweyî ya Belçîkayê di civîna xwe ya di 7ê sibata 1831an de makeqanûnê qebûl kir.

Destûra Bingehîn a 1831an

Bi destûra bingehîn a 1831an, Belçîka bû dewleteke neteweyî ku bi rejîma monarşiya parlementer dihate birêvebirin.

Destûra Bingehîn ji 139 xalan pêk dihat û ev xal di bin 8 sernivîsan de hatibûn bicîkirin.

Sernivîsa herî girîng a bi navê “Des Belges et de leurs droits” (Belçîkî û mafên wan) bû.

Destûra Bingehîn bi xaleke girîng erkên qanûnçêkirin, rêvebirî û darazê ji hev cuda dikir.

Naveroka vê maqeqanûnê bi felsefeya lîberalîzma fransî hatibû amadekirin.

Di dewsa sloganên Şoreşa Fransî (azadî, wekhevî û biratî) de sloganên Belçîkayê “liberté en tout et pour tous” (di her mijarê de azadî ji bo herkesî) bûn.

Lewma jî dikare bê gotin, fikrên fîlozofên wekî Montesquie û Benjamin Constant bandorê li vê makeqanûnê kirine.

Şoreşgerên belçîkî di rojên ewilî yên berxwedan ji bo serxwebûnê de (Wênesaz: Jean-Baptiste Madou)

Li aliyekî din, yek ji taybetiya Destûra Bingehîn a Belçîkayê îstikrar û fleksîbîlîteya wê ye.

Ev jî dihêle hem bingehên destûra bingehîn di ciyê xwe de bimîne hem jî makeqanûn herdem xwe nû bike.

Lewma jî wekheviya zayendî û azadiya çapemeniyê bi hêsanî di vê belgeyê de hatine bicîkirin.

Infowelat

————————————–

Gotar cara ewil di 2023an de di Infowelat de hatîye weşandin. Bi minasebeta Roja Neteweyî ya Belçîkayê gotar jinûve hat weşandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …