Rasta radîkal li Romanyayê têk çû

Rasta radîkal di hilbijartina Romanyayê de têk çû.

Nicusor Dan reqîbê xwe yê rasta radîkal George Simion têk bir.

Encam ji bo Yekitîya Ewrûpayê û alîgirên wê bû sebeba kêfxweşîyê.

Tûra yekemîn a hilbijartinên serokomarîyê yên li Romanyayê ji bo alîgirên Ewrûpayê bû sebeba kêfê.

Namzetê partîya navendîparêz Nicusor Dan reqîbê xwe yê rasta radîkal George Simion têk bir.

Dan 54 ji % dengan wergirt û 8 pûan ket pêşîya Simion.

Simionê di tûra yekemîn de bûbû yekemîn, têkçûnê qebûl kir.

Encam dilê alîgirên Yekitîya Ewrûpayê yên li Romanyayê xweş kir û bêhna rêveberîya Brukselê fireh kir.

Nicusor Dan şaredarê paytext Bukreşê ye û herî zêde bi têkoşîna xwe ya bi gendelîya di warê sektora xanîsazîyê de tê naskirin.

Analîst dîyar dikin, hilbijartina dawî ya li Romanyayê hilbijartina herî giring e ku ji dema hilweşîna rejîma komunîst heta niha hatîye lidarxistin.

Simion di 4ê gulanê de bi ser ketibû

Tûra yekemîn a hilbijartinê serokatîyê yên Romanyayê di 4ê gulanê de hatibû lidaristin.

George Simionê rasta radîkal temsîl dikir, bi rêjeya ji 40.5 ji % dengan bûbû yekemîn.

Nicosur Dan 20.89 ji % û namzetê koalîsyonali ser kar Crin Antonescu 20.34 ji % dengan wergirtibûn.

Encamên hilbijartinê bûbû sebeba hilweşîna hukumeta koalîsyonê.

Ji ber ku namzet 50 ji % dengan bi dest nexistibûn, biryara tûra duyemîn a hilbijartinê hatibû dayîn.

Infowelat

———————————————–

Foto: Nicusor Dan dema axaftina piştî serkeftina xwe dike

Alîgirê Trump li Romanyayê bi ser ket

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …