Ziman dest bi weşanê kir

E-kovara Ziman di roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê kir.

Asîmîlasyon, polîtîkaya ziman, aktîvîzma ziman û perwerde mijarên e-kovarê ne.

E-kovara Ziman di roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê kir.

Salvegera Manîsfestoya Gîronayê ya Mafên Ziman rasthatineke din bû, ji bo weşandina e-kovarê.

Loma jî wergera kurdî ya vê manîfestoyê di e-kovarê de cî girt.

Asîmîlasyon, polîtîkaya ziman, aktîvîzma ziman û perwerde ligel tecrûbeyên li cîhanê ên di meseleya parastina ziman de mijarên e-kovarê ne.

Naveroka hejmara yekemîn bi giranî ji nûçe û gotarên bernameyên parastina ziman ên li bakurê Kurdistanê pêk tê.

Gotara Samî Tan bi navê “Pêdivî bi bernameyeke zimanî û netewesazî heye” û  gotara Dr. Dîlawer Zeraq a bi navê “Asîmîlasyon û rêbazên serederîkirina pê re” du nivîsên balkêş in ku balê dikişînin ser xwe.

Çalakîya ji bo zimanê katalanî ya li Giravên Balearê  yek ji nûçeyên cîhanê ku dê vê hejmarê de hatîye weşandin.

Naveroka hejmara gulanê

  • Manîfestoya Gîronayê ya Mafên Ziman
  • PENa Kurd ji bo ziman konferans li dar xist
  • Pêdivî bi bernameyeke zimanî û netewesazî heye
  • “Mirov salê du caran diçe ser gora mirîyan”
  • Asîmîlasyon û rêbazên serederîkirina pê re
  • Balear daxwaza parastina katalanî kir

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …