Kanada û Holanda giliyê rejîma Şamê kirin

Kanada û Holanda giliyê rejîma Sûriyeyê ligel Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî kirin.

Her du welat di gilînameya xwe de ji dadgehê daxwaz kirin rejîma Beşar Esed a li Şamê divê bê mehkemekirin.

Kanada û Holanda giliyê rejîma Sûriyeyê ligel Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî kirin.

Her du welat di gilînameya xwe de ji dadgehê daxwaz kirin rejîma Beşar Esed a li Şamê divê bê mehkemekirin.

Tometbariyên li dijî rejîmê ji êrişên wê yên li dijî mixalifên sivîl û binpêkirinên giran ên mafên mirov pêk tê.

Di nava van binpêkirinan de girtinên keyfî, îşkenceyên li navendên hêzên ewlekariyê û girtîgehan jî cî digirin.

Her du welat diyar dikin, rejîma Esed bi “ji ber îşkence û miameleya xerab Konvansiyona Den Haagê (Lahey) îhlal kiriye.

Êrişên kîmyewî yên li dijî mixalifan tometbariyeke din a li dijî rejîmê ye.

Kanada û Holanda didin zanîn, di encama êrişên kîmyewî de gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Her du welat ji bilî tometbariyên xwe, ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî daxwaz dikin, li dijî rejîma Sûriyeyê tedbîrên lezgîn bigire.

Hin ji van tedbîran, berdana girtiyan û destûra serdana saziyên navneteweyî ya ji bo navendên girtiyan e.

Fransa û Almanya daxuyanî dabûn

Wezîra Karên Derve yê Fransayê Catherine Colonna û Nûnerê Taybet ê Almanyayê ji bo Sûriyeyê Stefan Schneck ragihandibûn, ew ê her du welat ligel tecrîda dîplomatîk, ambargoyên xwe yên li dijî rejîma Şamê bidomînin.

Hêjayî gotinê ye, rejîma Esed ji destpêka şerê navxweyî û vir ve rastî gefa mehkemekirinê nehatibû.

Meha borî Beşar Eded tevlî Komkara Ereb a li Erebîstana Siûdî bûbû û ev jî wekî normalbûna têkiliyên navneteweyî ya rejîmê hatibû şîrovekirin.

Kurtedemek piştî vê, Fransa û Almanya daxuyanî dabûn dabûn xuyakirin ew ê têkiliyên xwe yên bi rejîmê re asayî nekin.

Wezîra Karên Derve yê Fransayê Catherine Colonna û Nûnerê Taybet ê Almanyayê ji bo Sûriyeyê Stefan Schneck ragihandibûn, ew ê her du welat ligel tecrîda dîplomatîk, ambargoyên xwe yên li dijî rejîma Şamê bidomînin.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

10. Mihrîcana Çand û Ziman a Cizîrê

Mîrza RONÎ Bi pêşengiya Şaredariya Cizîra Botan di sala 2007 de ji bo pîrozkirina roja …