Amerîka û Ewrûpa Kosovayê tenê dihêlin

Yekitiya Ewrûpa û Amerîka xwe ji bo ambargoyên li dijî Kosovayê amade dikin.

Di nava amgargoyên tên plankirin de betalkirina fonên Yekitiya Ewrûpayê yên ji bo Kosovayê, bidawîkirina serbestiya vizeyê û pêşîgirtina endamtiya Kosovayê ya ji bo rêxistinên navneteweyî cî digirin.

Yekitiya Ewrûpa û Amerîka xwe ji bo ambargoyên li dijî Kosovayê amade dikin.

Nûçeya derbarê vê mijarê de ji aliyê malpera Euraktiv ve hate weşandin.

Malpera ku xwe spart hin dîplomatên Ewrûpî diyar kir, wê tifaqa Ewrûpa-Atlantîkê li hemberê hukumeta Albin Kurti ambargo ragihîne.

Di nava amgargoyên tên plankirin de betalkirina fonên Yekitiya Ewrûpayê yên ji bo Kosovayê, bidawîkirina serbestiya vizeyê û pêşîgirtina endamtiya Kosovayê ya ji bo rêxistinên navneteweyî cî digirin.

Ji bilî van, hin tedbîr jî li dijî rêvebirên payebilind ên Kosovayê tên plankirin.

Li aliyekî din, krîza dawî ya Kosovayê bandorê li têkiliyên Albanya û Kosovayê jî kir.

Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama di kêliya dawî de hevdîtina xwe ya bi serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti re betal kir.

Rama got, ji ber krîza dawî ya di navbera Kosova û tifaqa Ewrûpa-Atlantîkê de hevdîtin pêk nehatî ye.

Kurtedemek berê nûnerê Amerîkayê Gabriel Escobar û hemkarê wî yê Ewrûpî Miroslav Lajcak ji bo çareserkirina krîzê planeke ji sê xalan pêk dihat pêşkêşî hukumeta Kosovayê kiribûn.

Hestiyê piştê ya vê planê, li bakurê Kosovayê lidarxistina hilbijartinên nû û destpêkirina diyalogê ya di navbera Kosova û nûnerên kêmara Sirb de bûn.

Serokwezîrê Kosovayê Kurti plana her du aliyan red kiribû.

Sebeba krîza Kosovayê 

Aloziya li Kosovayê ji ber hilbijartinên belediyeyan a li herêma Sirban dest pê kiribû.

Şaredarên çar belediyeyên Albaniyan ku şaredarên wan îstifa kiribûn, hilbijartina dawî boykot kiribûn.

Lewma jî bi tenê 3.5 % hilbijêrên li herêmê tevlî hilbijartinê bûbûn û şaredarên Alban hatibûn ser kar.

Albin Kurti (çep) û Edi Rama (rast). Serokwezîrê Albanyayê Rama ji ber krîza dawî hevdîtina xwe ya bi serokwezîrê Kosovayê re betal kir. Foto: Reporteri

Welatên Rojava bi mebesta aramiya herêmê ji Kosovayê daxwaz kiribûn şaredarên Alban neşîne belediyeyan.

Hukumeta Kosovayê vê yekê red kiribû û ev jî bûbû sebeba serhildana Sirban.

Welatiyên Sirb li herêmê protestoyên mezin lidarxistibûn.

Di çalakiyên dawî yên Sirban de 30 leşkerên NATO’yê ku ewlekariya şaredariyan pêk dianîn birîndar bûbûn.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …