Gelo Îndonezya Filep Karma kuşt?

Filep Karma li cîhanê wekî lîderê karîzmatîk ê serxwebûna Papuaya Rojava dihat naskirin.

Karmayê 63 salî ligel aktîvîzma xwe ya siyasî, doza parastina mafên mirov û xwezayê jî dikir.

Wî di heman demê de ji bo kêmarên li Papuaya Rojava jî kampanyayan dimeşand.

Nîqaşên li ser mirina lîderê serxwebûna Papuaya Rojava Filep Karma berdewam dike.

Filep Karma di 1’ê mijdarê de li perava Jayapura jiyana xwe ji dest da.

Îndonezya di daxuyaniya xwe ya fermî de îdîa kir, Karma di dema noqî avê bûye jiyana xwe ji dest daye.

Lê belê malbata Karma vê qebûl nekir û daxwaza vekolîneke bêalî kir.

Rêxistina Efûyê şaxa Îndonezyayê jî li ser mijarê de daxuyaniyekê de da û fikarên xwe yên derbarê sebebên mirina Filep Karma de îfade kir.

Amnestyê bang li Îndonezyayê kir, di meseleya mirina Karma de vekolîneke serbixwe bide destpêkirin.

Filep Karma li cîhanê wekî lîderê karîzmatîk ê serxwebûna Papuaya Rojava dihat naskirin.

Ji ber van xebatên xwe, Karma wekî Mahatma Gandî, Nelson Mandela û Martin Luther Kingê Papuaya Rojava jî dijhat binavkirin.

Karmayê 63 salî ligel aktîvîzma xwe ya siyasî, doza parastina mafên mirov û xwezayê jî dikir.

Wî di heman demê de ji bo kêmarên li Papuaya Rojava jî kampanyayan dimeşand.

Ji ber van xebatên xwe, Karma wekî Mahatma Gandî, Nelson Mandela û Martin Luther Kingê Papuaya Rojava jî dijhat binavkirin.

Filep Karma cara ewil ji ber lidarxistina protestoyek li girava Biakê hatibû girtin.

Karma paşê di 2004’an de carek din hatibû girtin û heta 2015’an di girtîgehê de mabû.

Meseleya Papuaya Rojava

Papuaya Rojava parçeyeke girava New Guinea ye ku li başûrêrojavayê Okyanûsa Pasîfîkê ye.

Ev welat bi daristan û çavkaniyên xwe yên din, ji aliyê cihêrengiya biyolojîk ve yek ji erda herî zengîn a cîhanê ye.

Ji ber doza serxwebûna Papuaya Rojava û eleqederiya qada navneteweyî, di 2003’an de Îndonezya mecbûr ma ku pakêteke taybet a xweseriyeke bisînorkirî pêşkêş bike.

Li vî welatê ji çiya û daristanên mango pêk tên ji 250 zêdetir qebîle û eşîên xwedî ziman û çandeke cuda dijîn.

Papuaya Rojava tevlî Îndonezyayê di sedsala 17. de ji aliyê Holandayê ve hat dagirkirin.

Holanda piştî 400 salan terka welêt kir û lê vê carê jî Îndonezya di 1962’an de Papuaya Rojava dagir kir.

Ji ber doza serxwebûna Papuaya Rojava û eleqederiya qada navneteweyî, di 2003’an de Îndonezya mecbûr ma ku pakêteke taybet a xweseriyeke bisînorkirî pêşkêş bike.

Lê ev pakêt ji meseleya li Papuaya Rojava re nebû bersiv û aloziya li welêt heta roja îro jî dom kir.

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …